
Li Almanya bi bilboardên Kurdî banga lêdana derzîya korona tê kirin
.
A+A-
Li welatê Almanya ku hejmarek zêde Kurdên dîyasporayê ji hemû beşên Kurdistanê lê dijîn, ji bo helmeta derzîkirina Covid-19 bilboardên kurdî hatin danîn.
Bilboardên Kurdî li deverên ku bêhtir kurd li wan dijîn li gorî ku bêne xuyakirin hatine danîn û banga lêdana derzîya korona tê kirin.
Li ser bilboardan bi kurdî hatiye gotin, “Tenê weke taxim em serdikevin.”
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin