Li 14 gund û mezrayên Bedlîsê qedexe hat ragihandin

Li 14 gund û mezrayên Bedlîsê qedexe hat ragihandin

Li parêzgeha Bedlîsê qedexeya derketina derve li 14 gund û mezrayên ser bi wan gundan ve hat ragihandin.

A+A-

Navenda Nûçeyan - Parêzgarîya Bedlîsê di daxuyanîyekê de aşkere kir ku li gundên Kisikli, Dirlik, Suboyu, Kepenek, Donertaş, Sallica, Aktoprak, Yorgalar, Yumrukaya, Uçankuş, Çorekli, Boblesur, Teknecik û Beşikli û mezrayên girêdayî wan gundan ser bi navçeya Tetwanê ve qedexeya derketina derve hat ragihandin.

Her li gor wê daxuyanîyê, bi hinceta ku dê operasyoneke leşkerî li wan gundan li dijî gerîlayên PKKê bê destpêkirin biryara qedexê hatîye dayîn.

Li gor daxuyanîya parêzgarîya qedexeya hatinûçûnê li wan gundên navborî îro dest pê kirîye û dê heta demeke nedîyar berdewam be.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin