Lavrov û Pompeo li Waşingtonê rewşa Rojava û Sûrîyê gotûbêj dikin

Lavrov û Pompeo li Waşingtonê rewşa Rojava û Sûrîyê gotûbêj dikin

Biryar e sibe Sêşemê Wezîrê Derve yê Rûsyayê li Waşingtonê li gel Wezîrê Derve yê Amerîkayê bicive.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Wezareta Derve ya Amerîkayê di daxuyanyekê de ragihand, Mike Pompeo û Sergey Lavrov di vê hevdîtina xwe de çend mijarên berfireh ên herêmî û dualî gotûbêj dikin.

Li gor medyaya Rûsyayê, rewşa Sûrîyê û di nav de jî Rojavayê Kurdistanê û herwiha rewşa Ukraynayê du mijarên serekî yên civîna navbera Pompeo û Lavrov in.

Amerîka meha derbasbûyê li ser civînên Komîteya Destûrê hat ser xetê û ragihand ku Serokê Sûrîyê Beşar Esed demê didize û naxwaze rêkeftin were kirin.

Komîteya Destûrê ya navbera hikûmeta Sûrîyê û Opozisyonê heta niha civînek li Cinêvê saz kirîye û Neteweyên Yekbûyî jî pêkanîna wê komîteyê û lidarxistina civîna wê wek pêngaveke girîng pênase kirîye.

Di bendewarîya civîna duyem de artêşa Sûrîyê rojane navçeyên jêr kontrola Opozisyonê li Idlib û derdora wê bombebaran dike.

Ew yek di demekê deye ki ji sala 2017an ve ev cara yekê ye ku Lavrov diçe Amerîkayê.

Çavkanî: Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin