Lavrov: Amerîka dixwaze Sûriyeyê perçe bike

Lavrov: Amerîka dixwaze Sûriyeyê perçe bike

Amerîka hewl dide herêmên rojhilatî yên li qeraxa çemê Firatê yên Sûriyeyê bi avakirina tesîsên leşkerî li wê derê ji Sûriyeyê cihê bike.

A+A-

Lavrovî diyar kir ku Amerîka hebûna xwe ya li rojhilatê Firatê heta sînorê Iraqê xurt dike ku ev ji bo wan cihê nîgeraniyê ye û wiha dewam kir: Ev tişt tên kirin ku gel ku gelek caran hat dubarekirin ku tekane armanca Amerîkayê ji hebûna li Sûriyeyê şerê terorê ye. Ew li wê derê tenê baregehên xwe yên leşkerî xurt nake lê desthilatekê ava dike ku ew desthilat alîgira wan e û ji alî wan ve tê fînansakirin. Ev tişt hemû tê kirin da ku wê herêmê ji herêmên din ên Sûriyeyê cihê bike".

Wezîrê rûsî bi bîr anî ku Amerîka berî niha ragihandibû ku naxwaze Sûriyeyê perçe bike lê gotinên wê kes qanî nekin.

Lavrov di berdewamiyê de hêvî kir ku Serokê Amerîkayê Donald Trump pabendiyê bi vekişîna ji Sûriyeyê bike.

 

(Sputnik)

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin