Kurê Vedat Aydin ji ber Coronayê wefat kir

Kurê Vedat Aydin ji ber Coronayê wefat kir

.

A+A-

Kurê siyasetmedarê Kurd ê ji Bakurê Kurdistanê, Vedat Aydin ku sala 1991ê ji aliyê dewleta kûr ve hatibû kuştin, Şevder Aydin di 33 saliya xwe de bi nexweşiya Coronayê li Enqerê jiyana xwe ji dest da.

Şevder Aydin, beriya 10 rojan li Başûrê Kurdistanê bajarê Hewlêrê bi vîrusa Coronayê ketibû û piştî rewşa wî giran bûbû, beriya 3 rojan ew veguhestibûn Enqerê.

Şevder Aydin doh bi şev piştî têkçûna rewşa wî ya tendirustiyê, li Nexweşxaneya Enqerê jiyana xwe ji dest da.

Diya Şevder Aydin, Şukran Aydin ji Rûdawê re ragihand, “Em li hemû Kurdistanê geriyan ji bo em derziya Coronayê li xwe bidin, lê me nedît. Şevder beriya 10 rojan bi Coronayê ket û piştî rewşa wî giran bû beriya 3 rojan bo Enqerê hat veguhestin. Li Enqerê doh bi şev li nexweşxaneyê wefat kir.”

Şukran Aydin got, dê termê kurê wê îro bo Amedê bê şandin û li wir were veşartin.

Şukran Aydin herwiha got, ji ber ceza li ser wê heye ew nikare beşdarî merasîma bi ax spartina kurê xwe bibe.

Biraziyê wî Serhat Aydin jî got, termê wî dê li gundê Heciya Kurdan ê girêdayî navçeya Bismilê ya Amedê li tenişt bavê wî were veşartin.

Şevder Aydin, li bajarê Îzmîrê Zanîngeha Dokuz Eylulê beşa Endazyariya Avahîsaziyê xwendibû.

Aydin beriya 6 mehan hatibû Hewlêrê û wek endazyar di kompanyayeke taybet de dixebitî.

Bavê wî Vedat Aydin Serokê Partiya Kedê a Gel (HEP) yê bajarê Amedê bû û di sala 1991ê de ji aliyê dewleta kûr ve hatibû kuştin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin