Kurdistanî îro roja Ala Kurdistanê pîroz dikin

Kurdistanî îro roja Ala Kurdistanê pîroz dikin

Îro roja Ala Kurdistanê ye û bi amadebûna Serokwezîrê Herêma Kurdistanê li baregeha Civata Wezîran li Hewlêrê, merasima taybet bi Ala Kurdistanê tê lidarxistin. Li bajar û bajarokên din ên Kurdistanê jî bi merasimên cor bi cor roja Ala Kurdistanê tê pîroz

A+A-

Navenda Nûçeyan- Parlamentoya Kurdistanê di sala 2009ê biryar da êdî her sal roja 17ê Kanûnê wek “Roja Ala Kurdistanê” were pîrozkirin. Ji wê demê ve heta niha ne tenê li Başûrê Kurdistanê lê li tevahîya Kurdistana mezin û li cîhanê ev roj ji alîyê Kurdan ve tê pîrozkirin.

Li Başûrê Kurdistanê di roja Ala Kurdistanê de, hemû bajar û bajarok bi ala rengîn tên xemilandin û li hemû bajaran çalakîyên cor bi cor tên lidarxistin.

Îro saet 08:30 li Zanîngeha Selahedînê bi helkevta roja Ala Kurdistanê, li tevahîya holên xwandinê bi beşdarîya zêdetir ji 25 hezar xwandekaran, ji alîyê mamosteyên zanîngehê ve dersek taybet derbarê Ala Kurdistanê de tê gotin.

Her li Hewlêrê îro saet 12:00 merasima pîrozkirina roja Ala Kurdistanê li Kelha Hewlêrê birêve diçe.

Li Mîhwera Guwêr-Mexmûrê ya Hêza Pêşmerge jî saet 10:30 merasima nimayişkirina aleke 1000 metrî ya Kurdistanê birêve diçe.

Ala Kurdistanê, bi fermî roja 74 sal berî niha di 17ê Kanûna 1945 de li ser banê Komara Kurdistanê û ji alîyê yekemîn Serokomarê Kurdistanê Qazî Mihemed ve li paytexta komarê bajarê Mihabadê hat bilindkirin.

Lê Ala Kurdistanê di heyama salên 1927-30 de jî ji alîyê Rêberê Serhildana Agirî, Ihsan Nûrî Paşa ve jî hatibû bilindkirin.

Ala Kurdistanê ji jor ber bi jêr ve, ser hev ji sê zemînan pêk tê. Di navendê de jî roj heye. Li jor rengê xwe sor e, navîn spî û jêr jî kesk e. Roja nav alê bi 21 tîrejên wek hev hatîye xemilandin.

Rengê sor şoreş, xwîn, hêz û yeksanîyê temsîll dike. Rengê zer, ronahî, tirêjên rojê û hişyarî, rengê spî, aştî û aramîyê, rengê kesk jî welat, parastin û ciwanîyê temsîl dike.

Çavkanî: Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin