Kurdên li Diasporayê ji Federasyonan ber bi Konfederasyonê ve diçin!

Kurdên li Diasporayê ji Federasyonan ber bi Konfederasyonê ve diçin!

.

A+A-

Federasyonên komeleyên Kurdistanî yên Almanya, Danmark, Fînland û Norwec di rojên 18 û 19 îlonê li bajarê Giessen a Almanya bi mazûvanîya Civaka Kurd civîyan. Federasyona Kurdên Sovyeta berê jî wek çavdêr beşdar bû. Piştî xebata sê salan gihîştin qonaxa damezrandina konfederasyoneke hevpar.


Civîn bi helbijartina dîwanê, bi sirûda netewî  û rêzgirtin ji bo cangoryên şehîdên Kurdistanê despê kir. Ji bo dîwanê welat Nehrî û Leylan Hekarî hatin hilbijartin.


Yekem berpirsê Civaka kurd birêz Mehmet Tanriverdî bi axaftinekî kurt bixêrhatina mêvanan kir.
Di derbarê kar û fonksîyana Civaka Kurd agahdarî da û li ser xebata pêkhanîna DIAKURD ya ji konferansa destpêkê ya li Stockholm 2018 da û heta nuha hinekî agahdarî da.

Adnan Axacan, berdevkê Komîta damezrandina DIAKURDê axafî. E. Axacan di axaftina xwe de got ku, DÎAKURD li ser  bingeha Federasyonan ava bûye. Federasyonên ku dixwazin û dikarin  di nav DIAKURD de cîh bigrin bi xêr bên.  Em dixwazin  organizasyonek gelek xurt ava bikin, lobiya kurdî xurt bikin.


Herwiha; Osman Aytar, ji bo ku gotarekî li ser fonksîyon û giringîya karên dîasporayê hatibû vexwendin, gotara xwe pêşkêş kir.


Dîsa, Vîldan Tanrîkulu ku ji bo pêşkêşkirina zanînên xwe yên di derbarê kar û xebatên federasyonan hatibû vexwendinê. Gotarekî li ser struktura federasyonan pêşkêş kir.


Herwiha civîn bi çend workshopan domand û di kotayî de, li ser encama civînê daxuyaniyek ji bo raya giştî hatiye amadekirin.


Di civînê de televisyonên Kurdistan24 û Rûdaw jî amadebûn.


RN/Almanya

Daxuyaniya civînê ev e;

 

Daxûyaniya konferansa DIAKURD
بڕیارنامەی کۆنفرانسی دیاکورد

Federasyonên Kurdistanî yên Almanya, Danmark, Fînland û Norwec pêngaveke nû bo damezrandina Konfedarasyona Kurdên Diyaspora ango Diakurdê hilgirtin.

Nûnerên federasyonên kurdî rojên 18 û 19 îlonê li bajarê Gießen (Almanya) kom bûn ji bo nirxandina xebat û çalakiyên bihûrî û plankirina kongreya damezrandinê.


Di konferansê de mêvanên rêzdar Dr. Osman Aytar û Vildan Tanrikulu babetên taybet bi lêkolînên li ser diyaspora û dîroka xebata kurdên diyaspora pêşkêşkirin.

Federasyona Kurdên welatên Soviyeta berê niha weke çavdêr di konferansê de amade bûn. Em bi hêvî ne, ku ew piştî koça daviyê rêhevalên xebata Diakurdê rêzdaran Dr. Knyaz Ibrahîm Mirzoyev û Yurî Nabiêv di demek nêz de nûnerê xwe bo komîteya damezrandina Diakurdê diyar bikin.

Konferansê bangî hemû federasyon û navendên Kurdistaniyên diayaspora yên derewey xebata Diakurdê kir ku beşdarî wê komxebatê bibin. Deriyê Diakurdê bo hemû aliyên navkirî wekirî ye û hemû endam di wê xebata demokratîk de yeksan in.

Konferansê biryar da ku kongreya damezrandina Diakurdê di 22.1.2022’an de bê rêkxistin. Di kongreyê de nûnerên federasyonan, kesayetiyên pispor, nûnerên partî û rêkxistinên neteweyî û dostên kurdan li diyaspora amade dibin.

Konferansê bi pêwîst zanî spasekî taybet li Civaka Kurd ya Almanya bike bo mandîbûn û amadekariya wê konferansa dû rojî.

Beşdarên Konferansa amadekariya kongreya Diakurdê
Komîteya damezrandina Konfederasyona Kurdên Diyaspora (Diakurd)
Giessen, Almanya – 19/9/2021

بڕیارنامەی کۆنفرانسی دیاکورد

فیدراسیۆنەکانی کوردستانیانی ئالمان، دانمارک، فینلاند و نۆروێژ هەنگاوێکی نوێیان بۆ دامەزراندنی کۆنفدراسیۆنی کوردانی دیاسپۆرا (دیاکورد) هەڵگرت.

نوێنەرانی ڕێکخراوەکانی ناوبراو لە ڕۆژانی ١٨ و ١٩ ئەیلول لە شاری گیسنی ئەلمانیا کۆبوونەوە و هەڵسەنگاندنییان بۆ کار و چالاکیەکانی ڕابردوو و بەرنامەکانی کۆنگرەی دامەزراند کرد.
لەو کۆنفرانسە دا مێوانانی بەڕێز د. ئۆسمان ئایتار و ڤیلدان تانریکولو بابەتیان سەبارەت بە دیاسپۆرا بە گشتی و مێژوووی خەباتی کوردانی تاراوگە پێشکێش کرد.

نوێنەری فیدراسیۆنی کوردانی وڵاتانی سۆڤیەتی پێشوو لەو کۆنفرانسە دا وەک چاوەدێر ئامادە بوو. هیوادارین لە دوای کۆچی بەڕێزان د. کینیاز ئیبراهیم میرزۆیێڤ و یوری نەبیێڤ لە ماوەیێکی نیزیک دا نوێنەریان بۆ کۆمیتەی دامەزراندنی دیاکورد دیاری بکەن.

کۆنفرانس بانگی هەموو فیدراسیۆن و ناوەندەکانی کوردستانیان لە تاراوگە کە تا ئێستا لە نێو خەباتی دیاکورد دا نین،  لە داهاتوو دا بەشداری ئەم خەباتی هاوبەش بن. دەرگای دیاکورد بۆ هەموو ئەم لایەنانە لە پێناوی خەباتێکی دێمۆکراتیک و یەکسان دا کراوەیە.

کۆنفرانس بڕیاری دا کۆنگرەی دامەزراندی دیاکورد لە ڕۆژی ٢٢/١/٢٠٢٢ بگیرێت. بۆ ئەو کۆنگرەیە نوێنەارنی فیدراسیۆنەکانی ئەندام، پسپۆرانی بوارەکانی پەیوەندیدار و نوێنەرانی حیزب و ڕێکخراوە سیاسی و مەدەنیەکان و دۆستانی کورد لە تاراوگە بانگهێشت دەکرێن.

کۆنفرانس بە پێویست دەزانێت سپاسێکی تایبەت لە جڤاتی کوردان لە ئەلمانیا بکات بۆ ماندووبوون و ئامادەکاریان بۆ ئەم کۆنفرانسە دوو ڕۆژیە.

بەشداربووانی کۆنفرانسی ئامادەکاریی کۆنگرەی دیاکورد
کۆمیتەی دامەزراندنی کۆنفیدراسیونی کوردانی دیاسپۆرا (دیاکورد)
گیسن، ئەلمانیا – ١٩/٩/٢٠٢١

#Diakurd #دیاکورد

2-164.jpg3-160.jpg4-129.jpg5-096.jpg

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin