
Kurdên Êzidî Cejna Xidir Ilyas pîroz dikin
.
Îro Cejna Xidir Ilyas ya Kurdên Êzidî ye ku civaka êzidî vê cejnê di nav xwe pîroz dike.
8 cejnên Kurdên Êzidî hene û ji wan 3 cejn li perestgeha Laleşê têne pîroz kirin, 5 cejn jî di nav civaka êzidî bixwe de têne pîrozkirin ku Cejna Xidir Ilyas jî yek ji wan cejnên civaka êzidî di nava xwe de pîroz dike ye.
Zanayê ola êzdiyan Xwace Xetarî ji medya Kurdistanê re ragihandiye ku îro 18ê Sibatê Xidir Ilyas e û ev cejna di nav piraniya gelên kevin de tê pîroz kirin ku civaka êzidiyan jî yek ji wan civakan e.
Merasîmên cejna Xidir Ilyas parastîne û heta îro jî di nav êzdiyan de merasîmên cejna Xidir Ilyas bi girîngiyeke mezin birêve diçin. Gelek nîşanên Xidir Ilyas li deverên êzidiyan û perestgeha Laleşê hene. Li gorî gorî baweriya êzidiyan şeva cejnê her ciwanekî ku di xewna xwe de biçe avê li malekê vexwe, dibêjin dê keça wê malê bibe nesîbê wî ciwanî, heman tişt ji bo keçan jî derbas dibe.
Zanayê Ola Êzidiyan Xetarî dibêje, “Cejna Xidir Ilyas peyvendiya xwe bi demsala çandiniyê û xwezayê ve jî heye. Berî cejnê êzidî nêçîrê nakin, heta serjêkirinê jî nakin. Êzidî di wan rojan de rêyên dûr naçin. Cotkarên êzidî ji bo xêr û bereketê hin tiştan jî dibin nav zeviyên çandiniyê.”
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin