Kurdên Dîyasporayê jibo 100 Salîya Peymana Lozanê Daxwazname ji Erdogan re Şandin

Kurdên Dîyasporayê jibo 100 Salîya Peymana Lozanê Daxwazname ji Erdogan re Şandin

.

A+A-

Grûpeke Kurdan dixwaze ku dawî li Peymana Lozanê were anîn. Ev peymana ku li nav Kurdan binavûdeng e di 24’ê Tîrmeha 2023’an de êdî dibe sed salî.

Li ser vê yekê Konfederasyona Kurdên Dîyaspora (DÎAKURD) di 2’ê Gulanê 2023’an de ji Serokamarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan re bi rêya fermî ya posteyê daxwaznameyek şandin.

"Konfederasyona Kurdên Dîyaspora ji bo ku desteserkirina mafên di Peymana Lozanê de bi dawî bibe û gelê Kurd mafê çarenivîsê yê ku di hiqûqa navneteweyî de hatiye destîşankirin ango Jus Cogens bikar bîne, biryar da ku serî li dadgehê bide,” DÎAKURD di daxwaznameya xwe de got. “Li ser vê biryarê me li ser navê DIAKURDê, pêvajoya hiqûqî da destpêkirin. Ji ber vê yekê li ser navê muwekîlê xwe me daxwaznameyek nivîskî pêşkêşî Kabîneya Serokomariya Tirkiyê kir ku daxwazên me bi cih bîne."

Peymana Lozanê di 23ê Tîrmeha 1923’an de navbera welatên mezin yên cîhanê hate îmzekirin. Li gor wê peymanê, welatên netewî li Tirkîyê, Îraq û Sûrîyê û hinek welatên din hatin damezrandin, bêyî ku behsa Kurdan û mafên wan were kirin. Kurd dibêjin ku ew peyman sedema parçebûna axa wan ya dîrokî.

Konfederasyona Kurdên Dîyaspora di daxwaznameya xwe bo Erdogan de balê dikşîne ser sedsala vê peymanê û înkarkirina Kurdan.

“Dewletên ku peyman îmze kirin, esasên herî girîng yên mafên navneteweyî bin pê kirin û gel ji maf û azadiyên bingehîn bêpar hiştin. Piştî şerê Cîhanê yê Yekem gelek dewletên nû hatin avakirin, gel hatin rizgarkirin û sîstemek nû ya cîhanê hate avakirin. Gelê Kurd di Lozanê de dîl hate girtin, heta mafê axaftinê jî nedane Kurdan û rê nedan ku nûnerên kurdan nûnertiya wan jî bikin.”

Konfederasyona Kurdên Dîyaspora di nav van daxwazên xwe de li ser helwesta dewleta Tirkîyê jî disekinin û didin zanîn ku dewleta Tirkîyê sozên ku dabû jî li ser wan nesekinîye.

"Piştî peymana Lozanê nûnerên dewleta Tirkiyê ya nû, berjewendiyên xwe wek bingeh girtin û ‘aştî’ dabîn kirin. Ev ‘aştî’ li ser bingehê înkara gelê Kurd hate dabînkirin. Damezrînerên dewleta Tirk ya pêşerojê her tim gotin ”em Kurdan jî temsil dikin. Kurd li parlemana Tirkiyê û di hikumetê de xwedî mafên wekhev in” û piştî damezrandina dewleta xwe, hebûna neteweya Kurd jî înkar kirin."

Parêzerê Konfederasyona Kurdên Dîyaspora Hîşyar Ozalp li ser vê daxwaznameyê ji Dengê Amerîkayê re ragihand ku heger ew bersîveke erênî nedin ewê serî li dadgehên navnetewî bidin.

“Eger di vê pêvajoya qanûnî de bersiveke erênî neyê dayîn, em ji raya giştî re radigihînin ku em dê pêşî serî li rêyên huqûqî yên navxweyî bidin û piştre serî li Komîteya Mafên Mirov ya Neteweyên Yekbûyî bidin,” Ozalp got.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin