Kurdan ji ber kiryarên nijadperestî rezervasyonên xwe dan sekinandin

Kurdan ji ber kiryarên nijadperestî rezervasyonên xwe dan sekinandin

.

A+A-

 Ji ber şewata daristanan a li bajarên Tirkiyê û rêgirtin û kontrolkirina nasnameyan a nijadperestan, kurdên ku dixwestin biçin li wan bajaran tetîla xwe bikin, rezervasyonên xwe yên îsal betal kirin.

Şewata daristanên li Antalya, Aydin, Mugla, Marmarîs û bajarên din ên Derya Spî û Herêma Egeyê ya Tirkiyê, bû sedema betalkirina rezervasyonan.

Piştî şewata daristanan li hin bajarên şewatê nijadperstan rê birîn û dest bi kontrolkirina nasnameyan kirin. Vê yekê wisa kir ku gelek kurd dev ji çûyîna wan bajaran  berdin û îsal tetîla xwe li wan deveran nekin.

Rêveberê Kompaniya Geşt û Gûzariyê Dogan Şan ji Rûdawê re got: “Piştî ku ev agir çêbû û şûnde hin însan vegeriyan. Kesên rezervasyona xwe çêkiribûn jî gotin ka bê ev agir çawa dibe, gotin em ji bo vê nikarin biçin. Rezervasyon bi temamî sekinîn. Li hêla Manvgatê û Sîdeyê jî hinek kes derketin ser riyan, nasname kontrol dikirin, li Jurdan digeriyan û digotin Kurdan ev daristan şewitandine. Ev jî tiştekî nexweş bû. Gelek kes ji ber vê yekê jî tirsiyan. Hem agir û hem jî ji bo vê jî tirs kete dilê xelkê.”

Li gorî rêveberên komeleyên geşt û gûzariyê, ji ber vê pêla nijadperestiyê rûniştvanên wan herêmên geştiyariyê ji qezençkirina pereyan û geştiyar jî ji tetîla xwe dibin.

Serokê Komeleya Geşt û Gûzariyê ya Amedê Edîp Paçal jî got: “Helbet betalkirina rezervasyonan di hêla geşt û gûzariyê de bandoreke xirab li geştiyariyê kir. Hem agir û şewat û hem jî di ser de çalakiyên sosret ên ku nasname kontrol dikirin jî tirs û xofê xiste nava mirovan. Vê yekê bandoreke nebaş li geşt û gûzariya wan herêman kir.”

Ji ber nexweşiya koronayê ev 2 sal in bajarên kurdan ji qezenca geşt û gûzariyê bêpar mane. Şewatên daristanan û pêlên nijadperestiyê dibe ku ji bo geştiyariya îsal riyeke alternatîf bide pêşiya geştiyarên kurd.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin