Kulîlka biharê da nasîna kulîlka çiyayên Kurdistanê Guldexwîn (şilêr)

Kulîlka biharê da nasîna kulîlka çiyayên Kurdistanê Guldexwîn (şilêr)

.

A+A-

Abuzer Bali Han (Mamhoste-Lêkolîner)

Li cîhanê bi hezaran kulîlk (bi Farisî gul) hene. Her yek bi teybetmendiyên xwe ji aliyê mirovan va têne hezkirin û têne nasîn. Çawa ku dema behsa "tulpe-lale" tê kirinî, wê demê navê "Holanda" têye bîra mirov. Lê welatê "tulpe-lale" ne Holanda ye. Welatê wê Anatolî û Mezopotamya ye. Dema behsa Îranê bêye kirinî "gul", di Kurdî de navê gulê dibe "kulîlk"! Tirkan navê gulê ji Farisan girtine û ji xwe ra kirine “gül”!

Meksîka bi "kaktûs", nîvgireva Îberyayê bi "nergisan", Kafkasya bi "kulîlka berfê" û Kurdistan jî bi "guldexwînan" têye nasîn.

 

 

Kulîlka di dilê Kurdan de, di nav hezaran kulîlk de ya ber bi çav bê guman guldexwîn (şilêr) e.

Di nav Kurdan de, li zozan û çiyayên Kurdistanê yên bilind de ciyekî vê kulîlkê teybetî heye.

Bi Latiniya xwe navê guldexwînê "Fritillaria Kurdica" an jî "Fritillaria Imperialis", yanê bi kurtahî "kulîlka Kurd" e. Elman vê gulê re dibêjin "Umgedrehte Tulpe". Ew kulîlk di zimanê Fransizî de "tulipe", Îtalyanî "tulipano", Îspanyolî wek "tulipan" bi kar tê. Tirk jî bi çendek navan wê nav dikin û jê re dibêjin "ters lale, boynu bükük lale, ağlayan gelin!". Di vê wateya Tirkî de, li hin ciyên Kurdistanê vê gulê re dibêjin "gula stûxwar". Lê cih bi cih di nav Kurdan de, ji bo guldexwînê “şilêr” û hin gotinên dîn jî hene. Wek navên "gulale, alale, helale, guldexun, şile" jî ew kulîlk têye bi nav kirin.

Ciyê ew kulîlka lê dibe li cîhanê cara yekem li Mezopotamya, li Kurdistanê navçeya Şemdînan û li devera Hakkariyê (Çolemergê) hatiye dîtin û tesbît kirin. Ji bo vê jî pir kesên yad jê re dibêjin "Laleya Şemdînan -Şemzînan-" an jî "Laleya Hakkariyê- Laleya Çolemergê-". Gotina "lâle" ji zimanê Farisî derbasî zimanên dîn bûye. Di zimanê Kurdî de "lâle"ya Farisî bi "a"ya kurt wek "lale" jî têye gotin û bi kar tê. Li pir ciyan Kurd bi laleyê re dibêjin: "gulsor, gulzer, gulspî". Gelên Îranî ji bo vê gulê her çiqas dibêjin "lâle", lê ji bo guldexwînê dibêjin “gula Kerbela". Ji ber ku ew laleya bi navê guldexwîn wek bûyera Kerbela ya leşkerên Yezît li dijî Hz. Husên û ehlî beyt qetl kirin. Ji bo vê jî hin bawer dikin ku  “ew gul di nav gulan de ji bo Kerbela xwîn digîre!” dibêjin. Ji bo vê jî Aceman navê wê kirine "Gula Kerbela".

Hemî kulîlk bi mirovan re dikenin. Ewna şahî, kêfxweşiyê û bextewariyê temsîl dikin. Bes di nav gulan de guldexwîn hem dikene û hem jî bi dilop dilop digîre! Ji ber van sedeman pir caran, li pir ciyan ew bi navên cuda cuda têye bi nav kirin…

 

     

Bexçê guldexwînên sor…

 

Mînak: Kulîlka xwîn digîre, kulîlka digîre, kulîlka Kurdan, kulîlka Şemdînan, kulîlka Hakkarî, laleya kejan, laleya dernexwîn, laleya erdê meyzî dike, laleya digîre, bûka digîre, kulîlka xemgîniyê, tacê şah, laleya qral, qîza zozanan, laleya çiyayê bînboxa, bûka Çiyayê Zagros û herwuha navên dîn... Kulîlkek dîn bi ewqas navan li cîhanê têye bi nav kirin ez bawer nakim ku hebet!..

Gelî heval û hevwelatiyên hêja! Li dervayî wealat di meha Avrîlê (nîsan) de, li paytextê Elmanyê Berlinê di parkek gelerî de, min ew kulîlka cara pêşîn dîti bû. Ez ketim nav miteleyan! Gelo ew gula bes li Kurdistanê şîn dibe, çawa bûye ku ew hatiyê nav erda Împaratoriya Prusya Ewrûpa? Çawa ew kulîlka bi rengên sor û zer, tirincî û bi pelikên xwe yên kesk, dema mirov dibîne, ew tesirek neyîniya xemgîniyê û bi dilkeseran mirovan ber bi xwe dikişîne!..

Min guldexwîn çi mixabin li Kurdistanê nedîtî bû. Çiyayên Meletyê bi gulspî, gulsor û gulzeran hatine xemilandin. Lê min di zaroktiya xwe de ew kulîlka qet li çiyayên erda ez lê dijiyam min nedîtî bû! Lê min dizanî ew kulîlka li cîhanê bi navê "kulîlka Kurd" têye nasîn hebû. Tirk pir li ber xwe didin ku wê bikin „gula Tirkan“! Lê cîhan guldexwînê bi navê "Fritillaria Kurdica-gula Kurd-"dinase!..

Dema min ew kulîlk li Ewrûpa dît, wê tesîrek xemgînî li ser min jî peyda kir. Çil sal zêdetir ji welatê xwe dûr bûyîn, ji xwe ew dûrketina an jî dûrxistina agir berdide dilê mirovan! Dil jî bi vê xemgîniyê diperite dibe wek kulîlka guldexwîn, yak u xwîn digîre!..

Min ew gul dît şunda hesreta niştîman, min dest avêt makîneya xwe ya wênekêş û çendek dîmenên ew guldexwînên li rex hevûdu bi rengên sor û zer di nav bexçeyê Berlînê yê gelerî de kişandin. Paşê min dest bi ew lêkolîna gula xemgîn ya ku li ber xwe erdê meyzî dike û digîre  kir! Min jê re wusa got:

 

                        

 

 

“Ey şaha kulîlkan, ji bo çi tu wusa hustîxwar e?

Ma tu bi derd û keserên Kurdan ewqas neçar e?

 

Ew çi hal e, bi derd û keseran, tu ewqas dinale,

Tu belav bûye li cîhan, çavên te dîsa li Kurdistan!..

 

Bi xemgîniya işqa dilê xwe tu bûye gula cîhan!

Ey sertaca çiyayên Kurdan, tu ezîza ber dilan!

 

Navê te, ez jî datînim, dikim "Gula Kurdistan"!..

Gula Kurdistan, gula xwîndigîre, ey gula gulan!

 

Tu gula Kurdistan, carek veger rengên xwe binêr,

Tu bi ew rengên kesk, sor û zer, wek ala gewher!

 

Stûyê xwe xwar neke, carekê Newrozan meyzî bike,

Çiya û banî bi rengên te têne xemilandin bi milyonan

 

Hêdî tu ne hustîxwar e, dewletbûn, nîşana baharan!

Badibe derdorên welat bi rengên te ala Kurdistan!“

 

Wargehê "Gula Kurdistan, Çiyayên Cîlo yên li herêma Hakkariyê (Çolamerg) û herêma Şemdînan (Şemzinan) e. Lê belê derdorên Kurdistan li Geverê (Yüksekova), Çelê (Çukurca), Şirnak, Qilaban (Uludere), Basa (Gü.lükonak), Cezire Botan, Elk (Beytuşşebap), Girîgê Amo (Silopi) û Hezex (Îdîl), herêma Behdînan, Hewlêr, Semsûr, Meraş, Avşîn, Qamîşlo, heya Senendec û Mahabadê, ew di meha Adar, Avrîl û Gulanê de şîn dibe. Wusa tê xuya kirin ku mirov li pir ciyên welat rastî ew kulîlka efsûn tê. Ew kulîlk ji her cihî û hewayî pir hez nake. Dema ku diçe welatekî an jî ciyekî nû, reng û şikla xwe li gora wî cihê nû diguhêre…

 

HİN TEYBETMENDİYÊN GULDEXWÎNÊ EW İN

 

Di destpêkê de ew kulîlk bes li Kurdistanê hebûye. Paşê hêdî hêdî li hemî cîhanê hatiye belav kirin û hatiye nasîn. Her welatekî li gora xwe ew bi nav kirine! Kurd bi vê kulîlkê re dibêjin "guldexwîn", yanê "kulîlka xwîn digîre"! Gelo çawa dibe ku kulîlkek xwîn digîre? Hemî kulîlk berjor meyzî dikin. Bes guldexwîn berjêr dinêre û her dem stûyê wê xwar e. Ji bo vê jî, ava di hundirê wê de peyda dibe, wek hêstirên çavan dibare. Ji bo ew teybetmendiya vê kulîlkê, jê re gotine "gula xwîn digîrî, guldexwîn". Lê navê wê li başurê welat li Soran û Hewreman kirine gula "şilêr".

Guldexîn ji bilindahiyê gelek hez dike. Ew riwekek (nebat) li paş berfê, di demsala sar de şîn dibe. Cihê ew lê şîn dibe, zozan û çiyayên bilindahiya xwe 1400 heya 3500 metro ye. Mezinahiya guldexwînê qasî 60 santîm heya 120 santîman dirêj dibe. Li ser koka guldexwînê 3 heya 8 kulîlkên serê xwe xarkirî yên bi rengekî wek hev û du hene. Rengê gulexwînê betir sor e. Lê rengên sorgewez, tirincî û zer jî hene. Her çiqas navê vê kulîlkê bi navê "lale" têye bi navkirin jî, lê şikla we sedesed ne wek lale ye. Şikla wê di navbeynê lale û gulê de ye. Guldexwîn her çiqas ew di bin lijney parastina resmî ya çand û hebûnên siruşta de be jî, ew bi rêyên dizî ji welat têye derxistin. Ew li sranserê Tirkiyê hatiye belav kirin û heya ku wê dibin welatên Ewrûpayê. Li wir jî li hemî cîhanê têye belev kirin. Li Ewrûpa hin ciyan bi guldexwînê re "kulîlka qral" an jî "laleya qral, laleya împarator" jî têye bi nav kirin.

Hilberana (îhtîhsal) guldexwînan di salên dawî de bûye rêya qezenca gelek malbetên Kurd. Guldexwîn di karanîna bizîjkiyê de, di çêkirina derman û kozmetîk de gelek bi kar têye. Di nav bexçeyan de, bi xemilandinan kulîlkên ji hev cuda û bi renga reng de, cihekî guldexwînan teybetî girîng heye. Ji bo van sedeman jî, girîngiya pîvaza guldexwîne û tovên wê her ku roj diçin, bi nirxek mezin, ew hêjatir dibe. Bi kurtahî girîngiya guldexwînan ya aborî (tîcarî) di salên dawî de zêdetir bûye.

Hilberena guldexwînan bi tov dibe. Koka xwe cinsek pîvaz e. Dema ew mezin bû, dawî de kulîlkan vedike û her kulîlek dawî de tov digire. Ew tov tê çandin û dawî de  jî wek pîvaz tenê kom kirin. Çi mixabin li navçeya Çolemergê çandina guldexwînan ji aliyê dewletê ve hin caran tê qedexe kirin. Gel jî guldexwînên heyî bi pîvazê ve ji erdê hildikin û dizî difiroşin. Bi vê rê dewlet dixwazê dawî li hebûna guldexwînên çiya û zozanên Çolemergê bînin. Heçku Yekîtiya Netewan ji bo gelê navçeyê proje amade dike û pere didin dewleta Tirk, ku ew dewlet jî piştgiriya gundiyên Kurd bike! Lê çi mixabin dewlet jî dixwaze gelê navçeyê birçî bihêle û ji wir bide barkirin û bişîn metrepolên Tirkiyê... Ji wir jî bi destê çeteyên dizî derxînin dervayî Tirkiye! Ew dixwazin bi rêyek wusa Kurdan li cîhanê belav bikin. Îro li seranserê cîhanê çendek milyon Kurd wek penaber hatine cîhwar kirin!..

Di salên dawî de, bi rêyên dizî guldexwîn bi pîvazan ve têne hilkirin û bi qamyonan têne firotin. Ew metot jî dawî li hebûna ew kulîlka xweşik tîne. Ew kulîlka cara yekem ji Kurdistanê çûyî Holandeyê û Holande ji xwe re kirye welatekî nû. Bi teknîka keştukal ew baştirîn tên çandin û têne rakirin û firotin. Ji bo vê jî dewleta Holandeyê bi tonan pîvazên guldexwînan difiroşin pir welatên cîhanê.

Di salên dawî de lêkolînên zanistî li ser guldexwînan pêk tên. Tê gotin ku îro li cîhanê 167 çeşîtên guldexwînan hene. Zanist ewqas pêşketiye ku ji kulîlkekê çendek çeşîtên cuda cuda têne çêkirin. Rewşa guldexwînê jî wusa bûye. Di destpêkê de li Kurdistanê ji çar-pênç çeşîtan, îro ewqas çeşîtên guldexwînan hatine afirandin.

Di dema em têda dijîn, li Zanîngeha Aksarayê beşê Biyolojiyê de Prof. Dr. M. Tekşen û li Enqerê li Zanîngeha Gazî de Prof. Dr. Z. Aytaç û ji aliyê TÜBİTAKê ve (saziya lêkolînên zanistî li Tirkiyê) li ser kulîlka guldexwînê (şilêr) lêkolînên zanistî yên hêja hatine çêkirin. Li seranserê Tirkiyê û Kurdistanê qasî 43 çeşidên kulîlka guldexwînê hatine tesbît kirin. Ji van 43 çeşîtan 2 çeşît guldexwînên nû jî hene. Ew jî li rojavayê Anatolyê li Bajarê Muxlayê hatine dîtin. Tov û pîvazên kulîlka guldexwînan dema ji Kurdistanê dibin welatên dîn, di şînbûna wan de li gor erd û hewa guhartin çêdibin. Bi van guhartinan navên nû jî, ji bo guldexwînan tên gotin. Bi ew du çeşîtên nû yên li herêma Muxlayê hatin dîtin re "laleya Muxleyê, guldexwîna Muxlayê" tê gotin.

Cara yekemîn e, ku gotarek wusa dirêj li ser guldexwînê bi zimanê Kurdî têye nivisîn. Ez hêvîdarim, ku zanyarên Kurd yên li ser riwêkan kar dikin, bêtir guldexwînê jî bidin nasandin. Çend riwêk, ajal û tiştên li cîhanê bi navê Kurd û Kurdistanê têne nasîn, heke Kurd lê baştirîn xwedî dernekevin, dizên çandan yê wana ji destê Kurdan bigirin û lê bibin xwedî!..

Ji bo hêviya rojên azad û aşitî bimînin di nav xêr û xweşiyê de!

 

Çavkaniyên vê gotarê li jêr in:

 

Yüksekova-haber

Sasonun sesi

hakkarim.net

Britannica Lexikon, Kopenhag, 1993

Ferhenga Kurdî Tirkî ya Ansîklopedîk, A.Balî, 2010,

Wikipedia- Fritillaria

Der Natur Pflanzen und Tiere, München, 1985

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin