Koşka Spî daxuyanîyek derbarê civîna Nêçîrvan Barzanî û Donald Trump de belav kir

Koşka Spî daxuyanîyek derbarê civîna Nêçîrvan Barzanî û Donald Trump de belav kir

Serokê Herêma Kurdistanê îro di çarçova Korbenda Aborî ya Cîhanî li Davosê, civînek li gel Serokê Amerîkayê Donald Trump encam da.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Koşka Spî deqa gotinên Donald Trump, Serokê Amerîkayê û Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê di civîna li Davosê belav kir.

Daxuyanîya Koşka Spî derbarê kombûnê de wiha ye;

Gotinên Serok Trump û Serok Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê pêş kombûna dualî. Davos, Swîsre:

Serok Trump: Gelek spas, cihê kêfxweşîya min e ku ligel Serokê Kurdistanê Serok Barzanî me, demeke me ya dîyarkirî ‎bo civînê heye. Demeke zêde ye me dixwest bicivin. Me li gel hev gelek baş kar kirîye.

Wek hun dizanin em ji hinek navçeyên sînorî yên ‎Sûrîyê vekişîya ne û ev jî me bi başî ligel Tirkîyê kirîye. Ewqas baş hatîye kirin ku hatibe bîra her ‎kesekî. Niha ew a jê re digotin ‘navçeya aram’  heye û pêzanînên min bo wan hemûyan hene ku wiha kirine ev dever ‎silamet bin.

Lêbelê gelek girîng e, her weke hûn dizanin, petrola me heye û me hinek serbaz bo petrolê hiştine, ji ber me petrol ‎bidest xistîye, kar li ser vê yekê dikin û me gelekî bi başî parastîye.

Em herwiha bi hezaran desteserkirîyên ‎me yên DAIŞê hene, me xilafeta (DAIŞ)ê ji sedî 100 têkşikand, ev navçeyeke gelekî cihê baldarîyê ye, ‎herwiha peywendîyeke me ya gelekî baş heye û cihê kêfxweşîya min e ku ligel te me, gelekî spas.

Serok Barzanî: Spas cenabê serok, gelek spas.

Serok Trump: Dikarî tiştekî bibêjî?

Serok Barzanî: Belê, dixwazim vê derfetê bikar bînim daku sipasîya te bikim rêzdar Serok bo pêşwazîkirina li me li Davosê, ‎wek we jî behs kir û tu dizanî demeke zêde ye li benda vê kêlîyê ne.

Spas bo serkirdayetîya te, spas bo ‎piştîvanîyên te, me bi hevre DAIŞ têkşikand.

Serok Trump: Rast e.

Serok Barzanî: Lewma bi navê gelê Kurdistanê dixwazim spas û pêzanên ‎xwe bînin ziman bo serkirdayetî û piştîvanîya te, spas.

Serok Trump: Gelek spas, bi rastî tiştekî gelek baş e.

Serok Barzanî: Gelek spas, pêzanîna min heye.

 

 

 

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin