Konsulxaneya Amerîkayê piştevaniya helwesta Mesrûr Barzanî kir

Konsulxaneya Amerîkayê piştevaniya helwesta Mesrûr Barzanî kir

.

A+A-

Konsulxaneya Amerîkayê ya li Hewlêrê pêşwazî li piştevaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya li azadiya rojnamevanî û rêzgirtina li karê dîplomatkaran kir.

Konsulxaneya Amerîkayê bi rêya rûpela xwe ya fermî ya facebookê diyar kir: “Em pêşwazî li tekezîkirina Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikin li ser piştevaniya wan a ji bo azadiya rojnamevanî û rêzgirtina li wî karê girîng ku ji bo dîplomatkaran dikin ligel civaka sivîl û xelkê din ji bo piştgiriya mafên mirovan û serweriya yasayan û herwiha daxuyaniya Hikûmeta Herêmê ku civîna ligel dîplomatkaran tawan nîne.”

Ev helwest piştî wê yekê hat ku duh Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li şandeke bilind a Amerîkayê kir ku ji Cîgirê Wezîrê Derve yê Amerîkayê Joey Hood, Nûnerê Taybet ê Amerîkayê bo Karûbarên Sûriyê Aimi Katrona û Berpirsa Karûbarên Iraqê û Berpirsa Encûmena NIştimaniya Amerîkayê Zehra Bell pêk hatibû.

Di civînê de rûdanên li Iraq û Sûriyê û peywendiyên Herêma Kurdistanê û Amerîkayê hatin gotûbêjkirin. Herwiha şanda Amerîkayê tekezî li ser berdewamiya alîkariya hêza Pêşmerge di şerê li dijî DAIŞê de kiriye û hemahengiya hêza Pêşmerge û artêşa Iraqê jî bi girîngî wesif kiriye.

Şanda Amerîkayê amaje bi wê yekê jî kiriye divê budceya sala 2021ê ya Iraqê were cîbicîkirin û mafên darayî yên Herêma Kurdistanê jî werin parastin.

Di beşekî din ê civînê de rûdanên li Sûriyê jî hatine gotûbêjkirin û şanda Amerîkayê tekezî li ser girîngiya diyaloga aliyên kurdî-kurdî kiriye.

Herwiha herdu aliyan behsa girîngiya mafê derbirînê azadiya medya û ragihandinê li Herêma Kurdistanê jî kiriye. Serokwezîr Mesrûr Barzanî jî aşkere kiriye weke berê wê berdewam bin li ser alîkarkirina şand û dîplomatên li Herêma Kurdistanê ne.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin