Kongreya Rizgarkirina Efrînê: Efrîn bi Entaqyayê ve dê were girêdan

Kongreya Rizgarkirina Efrînê: Efrîn bi Entaqyayê ve dê were girêdan

Berdevkê Kongreya Rizgarkirina Efrînê (KRE) ku çend roj berê li bajarê Dîlokê hatibû avakirin Hesen Şindî ragihand ku Efrîn dê bi Entaqyayê ve were girêdan û ji aliyê walî û qeymeqamên ji Tirkiyeyê ve were birêvebirin.

A+A-

Piştî kontrolkirina Efrînê ji aliyê Hêzên Artêşa Tirkiyeyê (TSK) û Artêşa Sûriyeya Azad (ASA) yê ve bi mîsyona jinûvesazkirin û jinûvebirêveberîkirina Efrînê Kongreya Rizgarkirina Efrînê (KRE) ku çend roj berê li bajarê Dîlokê hatibû avakirin derbarê nexşerêya xwe de daxuyanî dan.

MECLISA 35 KESÎ

Li gorî zanyariyên nûçeya Deutsche WelleBerdevkê Kongreya Rizgarkirina Efrînê (KRE) Hesen Şindî got ku li civîna Dîlokê mecliseke ji 35 kesan û 5 kesên yedek pêk tê diyar kirin. Herwiha Şindî got me lîsteya meclisê ku ji 24 kurd, 8 ereb, elewiyek û tirkemenekî pêk tê da walîtî û Wezareta Derve ya Tirkiyeyê. Rewş di nava heftekê deh rojan de dê diyar bibe û paşê meclisa xwecihî dê biçine Efrînê.

‘JI NAVA EFRÎNÊ RAPOR jI ME RE TÊN'

Heman navhatî amajê pê kir ku ji bo jinûveavakirin û aramkirina Efrînê dixebitin û heta ku em têkevine Efrînê em ji çavkaniyên li Efrînê agahiyan werdigirin û xebatên koordînasyonê jî dilôkê birêve dibin, "Em jî bi hikûmeta Tirkiyeyê û dijberên Sûriyeyê re peywendiyan datîni. Bi cîbicîkarên peywendîdar û walî re diaxivin."

‘DÊ EFRÎN BI ENTAQYAYÊ VE WERE GIRÊDAN’

Şindî bilêv kir ku dê koordînasyona birêvebirina Efrînê dê Walîtiya Hatayê bigire ser xwe. Tirkiye dê cîgirê walîyekî ku wezîfedar kiriye li Efrînê weku waliyekê dê tevbigere û wisa axivî, "Dê ji bo Efrînê waliyek were diyarkirin. Lê ev walî dê kî be em nizanin. Hêj tam ne zelal e lê dê ji Tirkiyeyê be û dê hikûmeta Tirkiyeyê diyar bike. Dê qeymeqamek jî hebe. Ew jî dê ji Tirkiyeyê be…"

Şindî îdia kir ku "dê Efrîn bi Entaqyayê ve were girêdan" û lê zêde kir, "Dê walîyê Hatayê û yê Efrînê dê di nava koordînasyonê de bin.

WEKE MERTALA FIRATÊ

Ev cûreya rêveberiyê ku demek berê li deverên ku bi Mertala Firatê yên weke Cerablus, El Bab, Azez û Mare hatibû Sepandin dê li Efrînê jî were sepandin.

‘JI 450 KESÎ HÊZEKE POLÎSAN HATE SAZKIRIN'

Berdevkî de berdewamiya axaftina xwe de got, "ji bo ewlehiya Efrînê hindek gav hatina avêtin. Niha li naveda bajêr hêzeke ji 450 kesî pêk tê hatiye sazkirin."

‘DÊ HÊZEN LEŞKERÎ TUNE BIN'

Herwiha Şindî got ku hêza polîsan dê ji endamên ASA û Efrîniyan pêk were û di nava çend rojan de dê bikeve fealiyetê, "dê ewlehiyê polîs saz bikin. Dê hêzên leşkerî tune bin."

Şindî di dawiya axaftina xwe de got, "Weke ku di danezana di Kongreya Rizgarkirina Efrînê (KRE) de jî hatiye gotin, ‘armanca me ya sereke avakirina hêzeke emnî ya xwecihî ye ku ne girêdayî tu partiyan bin'.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin