Komîteya Hevbeş a Parlamentoyên Kurdistan û Iraqê dest bi lêkolîna şerê PKK û Tirkiyê kir

Komîteya Hevbeş a Parlamentoyên Kurdistan û Iraqê dest bi lêkolîna şerê PKK û Tirkiyê kir

.

A+A-

Şanda komîteya hevbeş a ji Parlamentoya Kurdistanê û Parlamentoya Iraqê serdana sînorê parêzgeha Duhokê kirin wê li ser şerê PKKê û Tirkiyê hin lêkolînan bikin.

Şanda Parlamentoya Kurdistanê û Iraqê îro 8ê Hezîranê gihîştin parêzgeha Duhokê û digel lijneya navxwe û asayîşê bi parêzgerê Duhokê Dr. Elî Teter re civîneke çapemeniyê li dar xistin.

Parêzgarê Duhokê diyar kir: “Ev şande û lijneya îro serdana deverên sînorî dikin, ji bo bê zanîn ziyanên şerê artêşa Tirkiyê û PKKê di çi astê de ye.”

Parêzgarê Duhokê Elî Teter di civîna rojnamevanî de ragihand, PKK li Herêma Kurdistanê hêzeke nerewa ye û êrîşên wê li ser hêzên Pêşmerge, karekî terorîstî ye.

Parêzgarê Duhokê got: “Em ne bi şer re ne û şerê ti aliyekî siyasî jî nakin. Daxwaz ji hemû hêzan dikin, hêzên xwe ji nava xaka Herêma Kurdistanê û Iraqê vekişînin. Eger şer û nakokiyên wan hene, bila şerê xwe bibin ser xaka xwe, lê eger bi riyên guftûgo û çareseriya aştiyane, gelekî baştir e.”

Teter destnîşan kir: "Em êrîşa PKKê ya li dijî hêzên Pêşmerge bi tundî şermezar dikin û wê weke karekî terorîstî dibînin. Her hêzek ku êrîşî ser li hêzeke rewa ya Herêma Kurdistanê bike, karekî terorîstî ye, ji ber ku Pêşmerge parêzvanên Herêma Kurdistanê ne.”

Endamê Komîteya Asayiş û Berevaniyê li Encûmena Nûneran a Iraqê Ferîq Nîzal Heyder jî got: “Di serdana me de em dixwazin serdana wan cihên ku hêzên Pêşmerge û pasewanên sînor lê bi cih bûne bikin. Em dixwazin rewşê bi awayekî meydanî bibînin, piştre jî em ê pêşniyarên xwe ji Serokatiya Encûmena Nûneran re bilind bikin.”

Heyder diyar kir, "Welatî li Amêdî û Zaxo şehîd dibin, ligel wê jî destdirêjiya Tirkiyê li navçeyê berdewam e ku gelek bingehên leşkerî li nava xaka Iraqê ava kirine û ev jî dagirkirin e. Mafê Iraqê heye ku bi riya hêzên federal bersiv bide. Em hêvî dikin ku agirbest di zûtirîn dem de were ragihandin, ta welatiyên Herêma Kurdistanê nebin qurbanê şerê PKK'ê û artêşa Tirkiyê.”

Ferîq Nîzal Heyder got, “Divê pirsgirêkên PKK û Tirkiye bên çareserkirin û nabe bandora wê li ser Iraqê hebe û divê êrîşên PKK yên ser xalên leşkerî yên Pêşmerge bên rawestandin, ji ber ku ev destdirêjî li ser axa Iraqê ye û yasayên me nahêlin ku tevgera leşkerî ya hêzên biyanî di nava Iraqê de hebin û nabe ji Iraqê ve êrîşî welatên din bikin.”

Endamê Komîteya Asayiş û Berevaniyê li Encûmena Nûneran a Iraqê da zanîn, “Li gorî yasayên navdewletî, mafê me ye ku di her demekê de bersivê bidin. Ez hêvîdar im ku hevkarîyek bêtir di nav hêzên me de çêbibe, her çend e ev hevkarîya han bi awayekî zelal ji alîyê Hewlêrê û Baxdadê ve hatiye dîtin û gelek navendên hevbeş di navbera hêzên Pêşmerge û hêzên Iraqê de hatine avakirin, lê belê divê hêze Sînorparêz li Zaxoyê were zêdekirin, Sînora bi Tirkiyê ye 320 kîlometro ye û kontrolkirina wê ne hêsan e.”

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin