Komîsyona ÎHD: Girtiyên nexweş ne xistin teqwîma derzîkirinê

Komîsyona ÎHD: Girtiyên nexweş ne xistin teqwîma derzîkirinê

.

A+A-

Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê di çalakiya xwe ya 463’yemîn a “Rûniştina F” de, bal kişand ser rewşa girtiyê nexweşê giran ê 81 salî Siddik Guler û got: “Di girtîgehan de hîna jî girtiyên nexweş ne xistine teqwîma derzîkirinê.”

 
Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ya Stenbolê, ji ber bergiriyên vîrûsa koronayê (Kovîd-19) çalakiya xwe ya  "Rûniştina F" a hefteya 463'yemîn li ser hesabên xwe yên medya civakî li dar xist. Komîsyonê di çalakiya xwe ya vê heftê de, bal kişand ser rewşa girtiyê nexweşê giran ê 81 salî Siddik Guler ê li Girtîgeha Tîpa T a Îskenderûnê dimîne. 
 
Endamê Komîsyonê Nûray Şikşek, daxuyanî da û wiha axivî: “Di pêvajoya şewbê de, binpêkirinên mafan ên di girtîgehan de zêdebûn, dewam dikin. Mafê xwe gihandina tenduristiyê ji holê hatiye kirin. Ev yek ji bo girtiyên nexweş rîskek mezine û jiyaniye. Di girtîgehan de hîna jî girtiyên nexweş ne xistine teqwîma derzîkirinê. Ji ber vê fikarên me yên derbarê rewşa girtiyan de zêdetir bûne.”
 
Şîmşek, di dewama axaftina xwe de bal kişand ser rewşa girtiyê nexweşê giran Siddik Guler ê 81 salî û wiha got: “Guler ji sala 1994’an ve girtiye. Di dema girtîgehê de, bi nexweşiya dil ket. Her ku diçe rewşa wî girantir dibe. Divê Guler demildest bê berdan. Ji bo ku demên xwe yên dawiyê li gel malbata xwe derbas bike. Em bang li rayedaran dikin ku hemû girtiyên nexweş berdin da ku bên dermankirin. Divê rayedara di vî warî de roj zû ne yek dereng gavên lezgîn bavêjin.”

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin