Komisyona 21ê Sibatê: Xebata ji bo zimanê Kurdî bêwestan berdewam e

Komisyona 21ê Sibatê: Xebata ji bo zimanê Kurdî bêwestan berdewam e

.

A+A-

Komisyona 21ê Sibatê Kampanya komkirina herî kêm milyonek îmze dabû destpêkirin. 

 Komisyona 21 ê Sibatê îro di daxuyaniyekê de ragihand, Kampanya komkirina îmzeyan ya ji bo zimanê Kurdî bibe zimanê perwerdê û zimanê fermî, piralî berdewam e.

Komîsyona 21ê Sibatê ya ji Platforma Zimanê Kurdî û Tora Ziman û Çanda Kurdî pêk tê, ji bo zimanê kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê, roja 22ê Sibata 2021an û bi beşdariya nûnerên partiyên siyasî, sazî û dezgehên Kurdî, kampanya îmzeyan dabûn destpêkirin û armanca wan komkirina herî kêm milyonek îmze ye, ji bo ji Wezareta Perwerdeyê ya Tirkiyê werin pêşkêşkirin.

Daxuyaniya Xebatên Komisyona 21 ê Sibatê:

Kampanya îmze komkirinê ji bona ku zimanê Kurdî bibe zimanê perwerdê û zimanê fermî piralî berdewam e. Ji ber nexweşîya pandemîyê jî gelek babetên çalakîyan bi zehmetî tên meşadin. Pêrabûnên li dijî pandemîyê gelek caran rê li ber xebata me teng dike. Xebat hinekî bi giran birêve diçe. Lê dîsa ji pekhateyên siyasî û civakî xebata xwe ya imze komkirine bi biryardarî didin meşandin. Pekhateyên sıyası di hemû rêxistinên xwe de îmzeyan kom dikin. Çalakvanên zimanê Kurdî bi mirovên Kurd re her roj rûberû dibin. Em giringiya ziman bi hevdû niqaş dikin, hişmendiya zimanê Kurdi jî bilind dikin.

Weke Komısyona 21 ê Sibatê em beşdarî gelek çalakîyên medya jî dibin. Em xweşbextanê her roj çavderî dikin ku hişmendî û giringiya zimanê Kurdi di nava civaka me de belav dibe. Medya Kurdî di xebata ziman de ji kampanya me re bi gelek haweyan dibin alîkar. Bi mebesta ku em di vê mijarê de Medya Kurdi hına aktiftir bikin, di roja rojnamegeriya Kurdî de me saziyên medya ziyaret kirin. Me weke komisyon him civînek taybet bi komeleya rojnamevanên Dıcle - Fırat re kir û him jî beşdarî daxuyanîya rojnamevanên Dıcle- Fırat bûn.

Komeleyên ku di qada ziman de xebatê dikin, weke Med Derê, me ziyaret kirin û bi hevdû re pirsa ziman bi berfirehî şirove kir. Emê di vê xebatê de bi saziyên sivil re ku bi zimanê Kurdî re pêwendidarin serledanên xwe berdewam bikin. Armanca me ev e ku Komisyona 21 ê bi hemû sazîyên sivîl re pirsa zimanê Kurdî nîqaş bike û pirsa zimanê Kurdî bixîne rojeva civaka Kurdan.

Di xebata ziman de Komısyona 21 ê Sıbata serledana Qada Kedê ji kir. Sazîyên ku di nava Qada Kedê de hene, hemû ji bi pirsa ziman re mijul dibin. Taybet mamoste, pizîşk, parêzer, endezyar, karker, karmend, esnaf, bazirgan hemû ji di pirsa ziman de xwedı dîtınin. Ji ber vê yekê me hevdîtinek bi Platforma Ked û Demokrasî re lidarxist. Gelek ditinên hêja hatin şirovekirin û di dawîya hevdîtinê de me bi hevdû re biryara ku em kampanyaya zimanê Kurdi xurt bikin da. Em baş dizanın ku hewcedarîya hemû Kurdan bi xurt kirina vê kampanya yê heye.

Dîsa li derveyî Komısyona me hinek dîtinên şaş tên belav kirin. Tê gotin ku wê Komisyon xebata ji bona imzeyan di 15 ê Gulan de bi dawî bîne. Em gelekî zelal dibêjin; tu biryareke me ya wilo tüneye. Berovajî vê yekê em dixwazin ku hemû sala 2021 bibe sala zimanê Kurdî. Armanca me ev e ku di nava civaka Kurdan de hişmendiya zimanê Kurdî bilind bibe û komkirina îmzeyan ji bi taybet ji bona vê mebestê tê kirin. Me di destpêka kampanya xwe de gelekî eşkere gotibû, helî kêm yek milyon îmze ji me re lazım e. Hilbet, li derveyî vê yekê îmzeyên me çiqasî zêdetir bibin, emê ji bi qasî imzeyên ku me komkirine bi vê yeke şa bibin.

Xebata ji bona zimanê Kurdî divê bêwestan berdewam be.

Komisyona 21 ê Sibatê

Diyarbekir 28 04 2021   

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin