Komeleyên Ehmedê Xanî: Zimanê me wateya hebûna me ye, dersa Kurdî hilbijêrin  

Komeleyên Ehmedê Xanî: Zimanê me wateya hebûna me ye, dersa Kurdî hilbijêrin  

.

A+A-

Ji bo li dibistanên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê dersa Kurdî hilbijêrin û ji mafê dersa Kurdî sûd wergirin, Komeleyên Ehmedê Xanî yên Riha, Êlih û Stenbolê bang li malbat û xwendekarên Kurd kirin.

Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê ji bo dibistanên navîn dema hilbijartina dersên bijarte yên ji bo serdema 2021-2022an destpê kir. Ev 9 sal in, li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê di perwerdehiyê de dersên bijarte yên Kurdî weke vebijêrkek hatiye danîn.

Pêwîst e xwendekarên di pola 5-6-7 û 8an de dixwînin heta 22yê Çileya 2021an serî li rêveberiya dibistanan bidin û dersên xwe hilbijêrin.

Ji bo hilbijartina dersa Kurdî ya bijarde Komeleya Ehmedê Xanî ya Navenda Lêkolînên Civakî ya Navneteweyî ya Riha û Komeleya Ehmedê Xanî ya Çand û Bawerî ya Êlihê û Komeleya Çand û Ilmê ya Şêx Ehmedê Xanî ya Sultangazî ya Stenbolê, bi daxuyaniyeke hevpar bang li malbatên Kurd kirin.

Komeleyên Ehmedê Xanî di daxuyaniya hevbeş de wiha bang li malbatên xwendekarên Kurd dikin:

“Zimanê me wateya hebûna me ye. Mafê dersa hilbijartî ya kurdî derfetek e. Eger daxwaza ji bo dersa kurdî çiqas zêde be dê bandorê li ser tayînkirina hejmara mamosteyên Kurdî jî bike.”

Komeleyên Ehmedê Xanî dibêjin:

“Em daxwazê ji malbatên ku zarokên wan di pola 5-6-7 û 8an de dixwînin dikin da ku heta 22yê vê mehê serî li rêveberiya dibistanan bidin û ji bo zarokên xwe dersa Kurdî hilbijêrin. Paşeroja zimanê me girêdayî zarokên me ne. Eger zarokên me bi Kurdî biaxifin dê zimanê me bimîne û wenda nabe. Eger ji bo zimanekî xwendin û perwerdehî nebe, hebûna wî zimanî dikeve xeteriyê. Ji bo ku em li hember dîrokê û Xwedê şermezar nebin divê em zarokên xwe fêrî zimanê dayikê bikin.”

Komeleyên navborî herwiha amaje bi wê yekê din ku xwedî lê derneketina zimanê dayikê ji bo mirovan kêmasiyek e, û diyar dikin:

“Divê her Kurd bi awayekî neteweyî li mijara dersa hilbijartî ya Kurdî derkeve. Em dubare bang li gelê xwe dikin da ku vê mijarê ji xwe re bikin xem.”


 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin