Kolonyalîzm/Mêtingehî

Kolonyalîzm/Mêtingehî

.

A+A-

Nuri Aldur                                                                                             

Îzah: Bingeh- û tarîxa kolonyalîzmê li ser mêtingehî/xwînmijîyê (talankirina dewlemendîyên ser erd û bin erd) û perçiqandina azadî, serbestî, maf û kesnemeyaye. Lewra kolonyalîzm li gel xwe felsefeke kevneperest, barbarî û jîyaneke ji merovatîyê dûr -  di afirîne û dike rewșeke normatîvt: wahșet, rezalet, sextekarî, mafîatî, qelpezengî, komplex-  û xwe kêm dîtin dikevê normên rojane yên jîyana kesên li mentîqê. Bê guman her çiqas evan normên negatîv ji bo wan kesên ku welatê wan/mentîqa wan hatîya kolonîkirin/îșgalkirin jî  - lê di heman demêde evan norman ji bo kesên(ne ji sedî sed jî be) hemwelatîyên/endamên welat/dewleta kolonyalîstinjî/dagirkerinjî. Bêyî ku ez hûr û kûr li ser tema kolonyalîzmê rawestim(ji ber ku ev tema gelek xebat û berhemên teorîk û lêkolînan dixwazê) divim çend serpêhatîyên xwe/çend mînakan bo we xendevanan pêșkêșbikim, da ku merov hê baștir anjî hêsanîtir zihnîyeta kolonyalîzm- û kolonyalîstîyê fahmbike û têbighijêye. Evan serpêhatî û mînakên ku ezê niha bo we îzahbikim di meha temuza îsalde bi serêmin hatine û min bi çavên ser ê xwe dîtine. Fermo bixwênin û herkes li gor xwe texlîl-  û analîza xwe dike:

¤   Serpêhatî 1: em li hawalîmana Stambole peyadibin û di kontrolêde polîsek(jin û sergirtî) ji zaroyênmin(xortin û akademîsyanin) pirsek kir û min bi tirkî bersiva wê da ku ewan tirkî nizanin.Wê weha got:” bo çi hun vê tirkîyameyî xweșik fêrî zaroyên xwe nakin”. Bersivamin jî bo wê wehabû: ”zimanê wan yên dayikê cûdaye” û jinkameyî polîs weha berdewamkir: ”Dîsejî hun karin vê tirkîyameyî xweșik fêrî zaroyên xwe bikin”.                                                                                                Analîz 1: vê karmendê nikarîbû bi hizirê  ku ew zimanê wê yî xweșik belkî bo me kesêndin hîç ne xweșikbe anjî herkesek karêt bibêjê ku bo wî zimanêwî anjî zimanekîdin xweșike. Eve ku zihnîyeta kolonyalîstî merovan ne tenê kor û ahmaq dihêlê, wan dike barbar û qatiljî.

¤   Serpêhatî 2: min bi rîya xizmekî arabek(li Kurdistanê) ji dostekî wî xizmî kirêkir. Hê di wê dema bazar- û kirêkirênêde min ne paqijî- û bê edebîya vi xwedyê arabê ferqkir(min ji xanima xwe re gotibû/û ew wek șahidamine) lê min ku ez nabme sebebê xerabûna dostanîya xizmêmin û xwedyê araba ku ezê kirêbikim. Axir wî araba xwe yî arizalî û nebaș xiste sukramin(helbet li vir ez xwe rexnedikim – divabû min dev ji vê meselê berdabana, lê ez weha dihizirîm: divêt ez tenê ji bo hinek peran nebme sebebê têkçûna dostanîya wan). Roja sêemîn arabame hema bi derbeke teqînek kir û me dît ku ji bîdona yaxê, yax dirijihê û em li wir sekinîn heta yax hemû rijiha. Dawîya dawî xwedyê arabê 8000 lîrayê tirkan ji me standin, lê tiștê herî nexweș ew bû ku vî xwedyê arabê nedixwest me bibîne û bi me re bi axivê. Dîse ez weha hizirîm; bere li ser rûwême tu problem di nabeyna xizmême û ”DOST” ê wî de çenebê.                                                                                       Analîz 2: li gund û bajorokême gelek kesên mîna cambaz, pêxwas û bê ojdan/bê șexsîyet çêbûne/zêdebûne û ev jî netîceyên bê perwerdebûn- û sosyalîzesyoneke moderne. Welat-  û netewekî bê xwedan di bin nîrê dagirkerîke bi gemar û pîsde, helbet wê karakterên bi qirêj/xwe firoș û  berdoș her roj û her kêlî zêdetirbike. Li gelek gundan tîpne ecêb derketine û dest dideynine ser erd û milkê cîran, dost û pismamên xwe yî ku ne li wirin.

¤ Serpêhatî 3: li hinek bajar û bajarokên kurdan li her deran alayên tirk bi xilbeyî hene û bi sîstematîk têne belavkirin û daleqandin. Kontrolên leșkeran li ser rîyan kêmbûne, lê li hinek deran her dem/24 saetan heye û her berdewamin.                                                                                         Analîz 3 : hem di mesela alayande û hemjî di kontrolên ser rêyande armanc ewe ku kurdan têxine provakasyonan, anjî wan pîsbikin û xwe bi wê zihnîyeta xwe yî kolonyalîstî tatmînbikin. Bê guman armancekedin jî karêt ewbê ku têgihiștina kurdan û rizgarîya Kurdistan  pașbixin anjî têkbibin.                                                                 ¤ Serpêhatî 4 : ez gelek caran/sibehan diçûm firna nên û nanê taze dikirî. Piranîya caran xortên 14-15 salî li wir kardikirin û bi dest ê xwe yî tazî di rahiștina nên û didana me mișterîyan. Roja yekem min tiștek ne got, lê cara dûem min gote wî kesên ku li wir kardikir: ”xortê delal, ji kerema xwe lepikekî bixe destê xwe anjî bi kaxezeke raja nên û bide me mișterîyan, ji ber ku hêjî Corona heye anjî wê hê baștirbibe/ paqijtirbibe”. Xort li çavêmin meyîzand, hinekî sekinî û dîsejî mîna berê bi destê xwe yî tazî rahiște nên û da min. Wan rojêndin jî, dema xort ez di dîtim, hinekî di sekinî pêșî anjî di pûnijî lê – her dîse wek her dem – bi destê tazî - ticaret a xwe dikir û bêyî ku bi kaxezekê rajê nên. Ez nizanim   li bajarên tirka ew çawadikin, lê li hawalîmana Stambolê min dît ku personal lepik bi kar tanîn.                                                                    Analîz 4 : li vir jî rola perwerdebûnê û fonksîyona qûral û hûqûqê giringe; lê dema ku kurd ne xwedyê xaka xwe/dezgehên xwe/welatê xwe bin hemû faktörên ku kesan fêr dikin/pêș dixin/entelektûel dikin ya hîç nabin anjî dereng dimênin.

Gotina minî dawî eve: di bin hikmê kolanyalîde/dagirkerîde emê herdem sertewandî, perîșan, perçiqî û pașmayîbin. Lê bi rizgarîya me re (karêt serxwebûnbe, xweserîbe, federalîbe anjî bi rêyên reformên demokaratîkbin) hûzûr û aramî, serbilindî û xwedî karakterî;  kesên- anjî neteweyekî pêșketî azad û modern çêbibit.

 

                                                      
  

  

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin