Koçberîya xelkê ji Idlibê berdewam e

Koçberîya xelkê ji Idlibê berdewam e

Ji ber êrîşa balafirên Rûsya û Sûrîyê li ser bajarok û gundewarên başûrê Idlibê, hejmareke zêde ji xelkê wan navçeyan malên xwe bicî hiştine û koçber bûne.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Koçberên Idlibê dibêjin, ku balafirên şer bi dijwarî xelkê bombebaran dikin û xanîyên wan bi ser wan de tînin xwarê.

Xelkê başûrê Idlibê, ji tirsa bombaranê û êrîşên Artêşa Sûrî û hevpeymanên wê, ji navçeyên xwe direvin.

Welatîyên bajarokê Cebel El-Zawîye, malên xwe bar kirin û ber bi wan navçeyan ve diçin, ku li jêr desthilata grûpên çekdar in, li parêzgeha Idlibê.

Koçberê Cebel El-Zawîyê yê bi navê Ebû Mihemed dibêje, “Ligel malbata xwe û kelûpêlên xwe, em ji mala xwe derketin. Duh min ew anîn, em ligel çend kesan çûn û me tiştên xwe anîn. Heşt kes in û ez û hevjîna xwe jî, dibine deh kes.”

Niştecîyên Cebel El-Zawîyê dibêjin, rojane ji hemû alîyan ve, navçeyên wan dihatin bombarankirin, ji neçarî malên xwe bicih hiştin û wan jîyana awarebûn û koçberîyê hilbijart.

Ebû Mihemed gotinên xwe berdewam dike û dibêje, “Heft helîkopter hatin. Piştre helîkoptereke din û 3 firokeyên Rûsî bilez hatin. Îranî jî ji hemû alîyan ve, me bombaran dikin. Hemû navçeyên Cebel El-Zawîyê dikirin armanc. Çawa em ê bikaribin di rewşeke wiha de, bimînin?”

Koçberbûna wê xelkê, di demekê de ye, ku werzê zivistanê ye û baran dibare û heta niha kampek yan jî penageheke amadekirî nîne ji bo ku berê xwe bidinê.

Beşek ji wan li cihên giştî dimînin û çavên wan li alîkarîya rêxistinên mirovî ye.

Çavkanî: Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin