Kobanî û Shoygu rewşa Rojava gotûbêj kirin

Kobanî û Shoygu rewşa Rojava gotûbêj kirin

Sergey Shoygu û Mazlûm Kobanî bi rêya vîdoykonferansê derbarê cîbicîkirina rêkeftina nû ya navbera Rûsya û Tirkîyê ya derbarê Rojavayê Kurdistanê de gotûbêj kirin.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Wezîrê Berevanîyê yê Rûsyayê Sergey Shoygu û Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) Mazlûm Kobanî bi rêya vîdoykonferansê derbarê cîbicîkirina rêkeftina nû ya navbera Rûsya û Tirkîyê ya derbarê Rojavayê Kurdistanê de gotûbêj kirin.

Wezareta Berevanîya Rûsyayê doh Çarşemê di daxuyanîyekê de ragihand, Sergey Shuygo ji General Mazlûm Kobanî re gotîye, belavbûna hêzên Polîsê Leşkerî yê Rûsya û hêzên Pasevanê Sînor ên Sûrîyê li ser sînor, ewlehîya akincîyên Kurd ên wan herêman garantî dike û lewma jî ne hewce ye ku xelk herêmên xwe biterikînin.

Li gorî daxuyanîya Wezareta Berevanîya Rûsyayê, Sererkanê Artêşa Rûsyayê Valery Gerasimov jî di vê pêwendîyê de beşdar bû û hatîye ragihandin, di vê pêwendîyê de behsa pêngav û awayê cîbicîkirina rêkeftina navbera Moskow û Enqerê ji alîyê hêzên Kurdî ve hat kirin.

Trump soz da ku piştevaniya HSDê bike

Ji alîyê din Kobanî ragihand ku wî peywendîyeke telefonî li gel Serokê Amerîkayê Donald Trump encam daye û got, “Serok Trump soz da ku bi çend şêweyan piştevanîya HSDê bike.”

Kobanî dîyar kir, “Ez li gel Serok Trump axivîm û min ji wî re ragihand ku eger hewldanên wî yên zêde neban, agirbest ne pêkan bû û min binpêkirinên Tirkîyê jî jê re vegotin.”

General Mazlûm Kobanî herwiha got, “Ji ber hewldanên wî yên bo sekinandina êrişa hovane ya tirk û grûpên çekdar a bi ser gelê me de, em spasîya Serok Trump dikin.”

Mazlûm Kobanî tekez jî kir ku Donald Trump soz daye ku di warên cuda de û bo demeke dirêj piştevanîya HSDê bike û hevbeşîya li gel HSDê berdewam bike.

Serokê Amerîkayê Donald Trump jî îro di konferanseke rojnamevaniyê de aşkere kir ku ew li gel Mazlûm Kobanî axiye û got, “General Mazlûm kesekî bêhempa ye."

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin