Kîloya zûzaxan zêr derbas kir

Kîloya zûzaxan zêr derbas kir

Li navçeya Qebilcewz (Sason) a Êliha Bakurê Kurdistanê nirxê kîloyek zûzax bi 400 lîreyên Tirkîyê tê firotin. Tê gotin ku gîyayê pîvokan ji bo gelek nexweşîyan jî derman e.

A+A-

Navenda Nûçeyan - Kîloya zûzaxên li 3 hezar bilindahîya çîyayên Mereto û Zoveserê yên navçeya Qebilcewz a Êlihê çêdibin, niha ji bo hinek malbatan bûye çavkanîyek a debarê.

Xelkê li gundên çîyayî dijîn, zûzaxan li quntara çîyayên Mereto û Zoveserê berhev dikin û dibin bazara bajêr difiroşin.

Xelkê herêmê bi taybetî di xwarinên xwe de weke biharat bikar tînin.

Ji ber ku nirxê zûzaxan gelek giran e, welatî bi qeft dikirin û piştî têkilî xwê dikin weke biharat di xwarinên xwe de bikar tînin.

Rudaw

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin