Kiliçdaroglu: Dema em hatin ser kar em ê ‘qanûna ehlaqê siyasî’ derxin!

Kiliçdaroglu: Dema em hatin ser kar em ê ‘qanûna ehlaqê siyasî’ derxin!

.

A+A-

Serokê Partiya Komarî ya Gel a opozîsyona Tirkiyê (CHP) Kemal Kiliçdaroglu, di gotara xwe ya îro 9ê Sibatê ya koma partiya xwe ya parlamenê de rexneyên tund li deshilatdariya AKPê ya bi seroktiya Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan kir.

Kiliçdaroglu di beşeke mezin a axaftina xwe de bal kişand ser rewşa xirab a aborîya Tirkiyê û binpêkirinên hiqûq û darazê stratejiya partiya xwe ya dema bibe deshilat jî bi 4 xalan eşkere kir.

Kiliçdaroglu got ku dema ew werin ser deshilatê wê stratejîyeke ji çar lingan pêk tê bişopînin û wiha pê de çû:

“Yekem; emê ewlehiya can û malê her kesî pêk bînin. Duyem; rêya dabînkirina ewlehiya can û mal pêkanîna demokrasiyeke bihêz e. Demokrasiya bihêz jî girêdayî cudabûna erkên hêzê ye. Divê serbixwebûna darazê pêk were, siyaset nekeve dadgehan, mizgeftan û eskeriyê. Emê azadiya medyayê pêk bînin. Wê parlamena me vegera ser îradeya xwe ya avakar a Meclîsa Gazî. Niha parlamen di bin wesayetê de ye. Dema gel bi xwe wekîlên xwe hilbijêre ji bin wesayetê derdikeve. Karê me yê ewil ku em bikin wê derxistina qanûna ehlaqê siyasî be.”


 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin