Kevirên Sûran jê dikin û difroşin

Kevirên Sûran jê dikin û difroşin

Li Amedê tiştên ecêb diqewimin: Niha kevirên Sûrên dîrokî yên Amedê têne jêkirin û ew têne firotin. Mîmar Arîf Îpek dibêje pêşî li vê yekê neyê girtin dê têkçûna di Sûran de mezin bibe.

A+A-

Haber Merkezi- Li ser vê yekê ji Ajansa Mezopotamya Lezgîn Akdenîz nûçe çêkirîye. Di nûçeyê de tê gotin ku bi taybetî li alîyê Derîyê Mêrdînê ev yek tê dîtin. Li ser dîwar û bircên Sûran kevirên neqişkirî, yên ku sembolên wekî roj, stêrk, piling, ga, qertelên du serî, dûpişk û hesp li ser hatine neqişandin ji wir hatine kirin. Çayfiroşekî bi navê Selîm Çanak ku nêzî wir çayxaneya wî heye dibêje ku bi şev hin kes hatine wir, bi roj ferq kirine ku kevir ji cihê xwe hatine rakirin. Ew dibêje ku ev demek e ji alîyê xirakirî yê sûrên keviran jê dikin dibin, lê vê carê kevirên li ser şikil hete dibin, û her roj kevirên nû jê dikin dibin.

Mîmar Arîf Îpek jî dibêje ku ne jixweber kevir ji wir ketine, bi taybetî di asta bilindîya bejna mirovan de xirabûn çêbûye ku ev yek nîşan dide ku bi taybetî kevir hatine jêkirin. Îpek dibêje, "Wekî ku bi taybetî, li ser daxwazê ew kevir hatine jêkirin û birin."

Îpek dibêje ku di demên dawî de tê dîtin ku di çêkirina cafe û restorantên li nav Sûrê de ev kevir hatine bikaranîn, di hin cihan de jî ev kevir wekî dekorasyon hatine bikaranîn. 

Mîmar Îpek, Lijneya Parastina Herêmê rexne dike û wisa didomîne: "Li Sûrê bi lezgînî xebat hat kirin, di navbera sazîyan de kordînasyon nehat sazkirin. Der barê nava Sûran de hê jî meseleya raye di destê kî de ye meseleya nîqaşê ye. Midûrîyeta Bajêr a Bajarvanî û Derdorê ji rayeyên xwe zêdetir rayeyan bikar tîne, rayeyên şaredarîyê jî binpê dike û bi vî awayî dixebite. Berpirsî bi temamî di bin rayeya kî de ye em nizanin. Sedema vê têkbirinê jî lisernesekinîn û bêqontrolî ye." Îpek dibêje ku divê bi awayekî cidî li ser bê sekinîn,

Çavkanî: Dîyarname

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin