“Kesekî ku nexebite, çawa dikare bi bihayê 20 hezar TLyî çekekê bikire”

“Kesekî ku nexebite, çawa dikare bi bihayê 20 hezar TLyî çekekê bikire”

.

A+A-

Abdûrrahman Karabûlût, Parêzerê malbata Dedeogûllariyê ku li Konyayê hatin qetilkirin wiha got: “Kujer kar nake lê çekê dikire, erebeyê kirê dike. Hevjîna wî gotiye pereyan jî tîne malê, xuya ye hinek wî xwedî dikin. Em ji serî de dibêjin, birêxistinkirî ye û hin kes li pişt wê ne.”

Mehmet Altûnê ku di 30ê Tîrmehê de li Meramê, navçeya Konyayê Yaşar Dedeoglûllari, hevjîna wî Îpek Dedeogûllari, zarokên wan Serpîl Dedeogûllari, Sibel Dedeogûllari, Metîn Dedeogûllari û Bariş Dedeogûllari qetil kiribû, duh (5ê Tebaxê) hatiye girtin.

Altûn piştî qetlîam bi 6 rojan li goristanekê hatibû zeftkirin, piştî li navenda polîsan îfade dabû, ew şandibûn Edliyeya Konyayê.

Altûn li dadweriya aştî û cezayî ya nobedar de bi sûcê “7 kes bi plankirî û bi hovanê kuştiye”, “mal û milk şewitandiye û ziyan dayê”, “parêzbendiya avahiyê binpê kiriye” û “çeka ku destûrnameya wê ya hilgirtinê nîne, li ser xwe hilgirtiye” hatiye girtin.

Altûnî di îfadeya xwe ya navenda polîsan de gotiye, ew çûye mala Dedeogûllariyî da ku gilînameya xwe ya ji bo êrîşa 12ê Gulanê dane, bi şûn de bikişînin lê ji ber ku malbatê wî nas kiriye, gule bera wan daye: “Ji bo ez şopê li dû xwe nehêlim dema li erdê bûn, min dîsa gule bera da û ji bo vîdeoyên tomarkirî jê herin, min xwest agir bi malê bixim.”

“Dixwazin ji taxê bar bikin”

Abdûrrahman Karabûlût, parêzerê malbata Dedeogûllariyî ji bianetê re behsa dosyeya qetlîamê de kir.

Karabûlûtî careke din diyar kir ku qetlîam bi armanca nîjadperestiyê pêk hatiye û êrîşa di 12ê Gulanê de bûye bibîr xist:

“Kujerî gotiye ku beriya niha bi 10 salan heqaret li dêya wî kirine. Malbata Dedeogûllari jî gotine ku heqaret li wan û li kurdan bûye. Giliyê heqareta li kurdan bûye nayê rojevê lê giliyê nîqaşên paşê bûne, kirine û paşê li hev dikin û gilîname bi paş de tên kişandin.

“Heta 12ê Gulanê gefan dixwin lê tiştekî mezin rû nade. Lê gefan li malbatê dixwin û dixwazin ji taxê bar bikin. Di 12ê Gulanê de torpîlan diavêjin bexçeyê malbata Dedeogûllariyî. Malbat derdikeve bexçeyî. Dema derdikevin bexçeyî, komeke ji 60 kesan pêk hatiye, xwe ji ser dîwarê bexçeyî re diavêje û yên ji nava çiloyî derdikevin, êrîşî wan dikin. Beriya wê, ti bûyer pêk nehatiye.”

“Piştgirên êrîşkaran hene”

Parêzer Karabûlût li ser pirsa me a ku me got hevjîna Mehmet Altûnî gotiye “Hevjînê min kar nake lê pereyan qezenc dike, erebeya wî heye” wiha got: “Hevjîna wî di rastiyê de li xwe mikur tê. Hevjîna wî jî şaş dibe, xuya ye hin kes vî zilamî xwedî dikin. Goti ‘ez li kargoyê kar dikim’, min telefonî kargoyê kir, nexebitiye.

“Ew çeka ku di destê wî de ye kêmanî ji 15 hezarî heta 29 hetar TLyî ye, pereyê kirêkirina erebeyê ji ku peyda kiriye? Hevjîna wî gotiye, pereyan tîne malê, xuya ye hin kes wî xwedî dikin.”

Parêzer Karabûlûtî behsa nivîsên li ser Whatsappê kir hu wiha got: “Nivîsên Whatsappê wê plana veşartî ya êrîşê derxe holê. Her weha gotiye di destê min de daxwaznameyek heye ku ji bo dest ji gilîkirinê berde, amade kiriye. Niha dîlekçe ne di nava dosyayê ye ye, lê çek heye.”

“Mirovekî ku ji bo lihevhatinê biçe bi çekan naçe. Dixwest bi zora çekê daxwaznameyê bi wan bide îmzekirin û biryar daye ku heke îmze nekin, wan bikuje, lewre jê ji bo dosyeya 12ê Gulanê gelek ceza li wan bihata birîn. Hewldana kuştina mirovan heye li vir, ne birîndarkirineke ji rêzê ye.”

“Tekane sedema êrîşê, nîjadperestî ye”

Karabûlûtî di dawiya axavtina xwe de wiha got: “Di encama fişara civakê de kujer hate girtin û vê bandor li lêpirsînê jî kir, dozgerî niha lêpirsîneke bibandor dike.

“Di sûcên kuştin û hewldanên kuştinê de Dadgeha Bilind diyar kiriye ku ‘divê sedemek ji bo kuştinê nebe’, divê dijminatiyeke bi vî awayî hebe.

“Di vê qetlîamê de dijminatiyeke wiha nîne. Berovajî wê miwekilê min tim dihatin tacîzkirin, tekane sedema vê jî nîjadperestî ye. Tekane sedema êrîşa 50-60 kesî nîjadperestî ye, ji bilî wê behsa sedemên din bikin, henekan bi mirovan dikin.”

Çavkanî/Bîanet

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin