Kerkûk- Eşîrên ereb dixwazin dijî DAIŞê rahêjin çekan

Kerkûk- Eşîrên ereb dixwazin dijî DAIŞê rahêjin çekan

Roja sêşemê 12.05.2020an eşîrên ereb ê Kerkûkê daxwazek ji serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî kirin ku ew amadene li dijî DAIŞê rahêjin çekan.

A+A-

Navenda Nûçeyan - Bereya Yekgirtuya Ereb a Kerkûkê ku xwe weke nûnerên sunneyên Kerkûkê dizanin daxwaznameyek belav kirin û di wê daxwaznameyê de aşkere kirin ew amedene li dijî DAIŞê rahêjin çekan.

Bereya Yekgirtûya Ereb dibêjin divê hikûmeta Federal a Iraqê çekan bide wan bo ku ew jî li dijî DAIŞê şer bikin û herêmên xwe biparêzin.

Piştî xîyaneta 16ê Cotmeha 2017an û bi vekişîna Pêşmergeyan li herêmên Kurdistanî yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê DAIŞ roj bi roj êrîşî xelkê dike û li ser can û malê xelkê bûye metirsî.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin