Kerkûk | 8 terorîstên DAIŞê hatin kuştin

Kerkûk | 8 terorîstên DAIŞê hatin kuştin

.

A+A-

 Li sînorê rojavayê Parêzgeha Kerkûkê û nêzîk Parêzgeha Selahedînê, di encama bombebarana balafirên Iraqê de, 8 terorîstên DAIŞê hatin kuştin.

Li gor berdevkê polîsê Selahedînê Mihemed Osman îro diyar kiriye: ‘‘Di 24 saetên borî de, li navçeyên di navbera parêzgeha Kerkûkê û Selahedînê, di encama bombebaranên balefirên Iraqê de 8 çekdarên DAIŞê hatin kuştin.’’

Herwiha gotiye: ‘‘Ew terorîst, piştî eşkerebûna binkeyê wan ên veşartî, ji aliyê balafirên Iraqê ve bûn armanca êrîşê.’’

Berpirsê polîs daye zanîn: ‘’Plan heye bi balefirên şer armanc kirina DAIŞê berdewam be, ji ber bi awayekî berfireh li navçeyê serî rakirine.’’


 

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin