Kela Kerkûkê ji aliyê UNESCOyê ve ket lîsteya şûnwarên cîhanî

Kela Kerkûkê ji aliyê UNESCOyê ve ket lîsteya şûnwarên cîhanî

.

A+A-

Desteya Giştî ya Şûnwar û Çandê ya Wezareta Rewşenbîrî ya Iraqê diyar kir, Kela Kerkûkê ji aliyê UNESCOyê ve ket lîsteya şûnwarên cîhanî.

Serokê Desteya Giştî ya Şûnwar û Çandê ya Wezareta Rewşenbîrî Leys Mecîd Husên di daxuyaniyekê de diyar kir, Kela Kerkûkê ji aliyê Rêxistina Perwerdehî, Zanist û Çandê (UNESCO) ya ser bi Netewên Yekbûyî (NY) ve ket Lîsta Şûnwarên Cîhanî.

Rêveberê Beşa Rêxistinên Navdewletî ya Wezareta Rewşenbîrî ya Iraqê Ehmed Kazim jî li ser biryarê da zanîn: “Ji ber ku kela (Kerkûk) ji aliyê pirçandî ve dewlemend e. Mizgefta pêxember Danyal, Mizgefta Mezin û Mizgefta Eryan û Dêra Um Elahzan a Kildan tê de ne. UNESCOyê ji ber dîroka dewlemend û bêhempa ya kelayê ev biryar wergirtiye.”

Ehmed Kazim herwiha destnîşan kir: “Kela Kerkûkê, yek ji kevintirîn şahidên zindî yên şaristaniyê ye ku heta niha li ser lingan maye. Hevdem nimûneyeke diyar û ciyawaz a binyatdanîn û avahîsaziyê ye. Herwiha nimûneyeke teknîk û dîzaynê ye û qonaxên girîng ên dîroka mirovahiyê ronî dike.”

Kela Kerkûkê li naverasta bajarê Kerkûkê ye û ji aliyê dîroknasan ve wek kevintrîn kela tê binavkirin li Rojhilata Navîn.

Şûnwarnas dîroka wê kelayê vedigerînin 2 hezar sal beriya zayînê. Gorên Pêxember Daniel, Hanin û Azîr li wê kelayê ne. Kela Kerkûkê li ser rûberê 247 hezar û 500 metre çargoşe hatiye avakirin û heta naverasta salên 1980î jî wek cihekî niştecîbûnê dihat bikaranîn.

Di salên 90î de, Hikûmeta Iraqê hilmetek ji bo nûjenkirina Kela Kerkûkê da destpêkirin. Lê di bingehê de ew proje ji bo koçberkirina zêdetir ji 800 malbatên Kurd bû ku li kelayê dijiyan. Lewma ew proje tenê bi koçberkirina wan malbatên Kurd û hilweşandina beşeke kelayê ma ku bêyî ku bê nûjenkirin.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin