Kazimî û Putin behsa nirxa petrolê dikin

Kazimî û Putin behsa nirxa petrolê dikin

Serok wezîrê Îraqê û serokê Rûsîya bi telefonê behsa akincîya nirxê petrol û rewşa Surîyayê kirin.

A+A-

Navenda Nûçeyan - Koçka Kirîmlin belav kirîye, Viladîmêr Putin, serokê Rûsîya û Mistefa Kazimî, serok wezîrên Îraqê peywendîyeka telefonî encam dan û di wê peywendîya telefonî de, Kazimî û Putin nirxa petrol û rewşa Surîyê gotûbêj kirin.

Li gor ragehandina Koçka Sipî Kirîmlîn, serok wezîrê Îraqê û serokê Rûsîya rêkevtine li ser berdewamîya hevahengîyê bo girentîkirina rewşa Surîyê û herweha akincîya bazarên petrolê.

Berê jî, balyozê Rûsîya li Îraqê di civînekê de li gel Mistefa Kazimî, nameyeka Putin radestê serok wezîrên Îraqê, Mistefa Kazimî kir û daxwaz ji kir serdan Moskoyê bike.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin