Karsaz amadekariya qonaxa duyem a bazirganiya Bakur û Başûr dikin

Karsaz amadekariya qonaxa duyem a bazirganiya Bakur û Başûr dikin

.

A+A-

Mahîr Yuksel(K24) 

Karsazên Bakurê Kurdistanê û yên Başûrê Kurdistanê çaverê ne ku serdema pandemiyê bi dawî bibe, rewş asayî bibe û bazirganiya navbera Bakur û Başûr vegere ser rewşa geş a berê 

 Karsazên Bakurê Kurdistanê û yên Başûrê Kurdistanê çaverê ne ku serdema pandemiyê bi dawî bibe, rewş asayî bibe û bazirganiya navbera Bakur û Başûr vegere ser rewşa geş a berê. Bazirganiya navbera Başûrê Kurdistanê û tevahiya Tirkiyeyê salane digihîje heta 12 milyar dolaran û 10 salên dawîn de Tirkiye û Başûrê Kurdistanê di bazirganiyê de têkiliyên gelek xurt danîn.

Li Bakurê Kurdistanê û tevahiya Tirkiyeyê û li Herêma Kurdistanê jî pêketiyên vîrusa koronayê her ku diçe kêm dibin û rewş ber bi başiyê ve diçe. Ev yek jî hêviyê dide bazirganên Bakurê Kurdistan û Başurê Kurdistanê ku bazirganiya navbera aliyan de dîsa geş bibe. Di vê çarçoveyê de bazirganên Başûrê Kurdistanê çaverê ne ku di serdema nû de dest bi bazirganiyê bikin.

Bazirgan Nêçîrvan Mihemmed jî ji bo bazirganiya di serdema nû de dest bi lêkolînan li Bakurê Kurdistanê kiriye û pêşbînî dike ku bazirganî di dawiya biharê û serê havînê de bigihîje asteke baş.

Nêçîrvan Mihemed ji Kurdistan24ê re diyar kir: “Em di wê baweriyê de ne ku di warê bazirganiya Bakur û Başûr de rojên geş li pêşiya me ne. Bi teybetî di warê geşt û guzarî û tendirustiyê de bazirganî dê were kirin. Ji ber ku serdema Covid-19 ye pêdivî bi taybetî bi kelûpelên paqijiyê heye.”

Karsazên Bakurê Kurdistanê jî ji serdema piştî pandemiyê bihêvî ne û amaje dikin ku di demeke ku qeyrana aboriyê heyî de Herêma Kurdistanê hem bo Bakurê Kurdistanê û hem bo tevahiya Tirkiyeyê dê bibe deriyê nefesê.

Karsaz Hakan Akbal balê dikêşe ku divê sazî û rêxistinên fermî û taybet bi awayekî leztir pêvajoyê bidin meşandin.

Hakan Akbal destnîşan kir: “Divê berî her tiştî nûnertiya Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê ku li Diyarbekir hatiye avakirin bi awayekî leztir û aktîftir bixebite. Herwiha nûnertiyên saziyên herêma me yên ku li Herêma Kurdistanê hatine avakirin xwe aktîf bikin. Em ji bo hev gelek girîng in. Ji bilî bazirganiya ku bi rêya deryayê tê kirin, bazirganiya herî zêde ya Tirkiyeyê bi Iraq û teybetî bi Herêma Kurdistanê re tê kirin.”

Jûra Bazirganî û Pîşesaziyê ya Diyarbekirê dide zanîn ku %65ê bazirganiya Diyarbekir bi Herêma Kurdistanê re ye û di nava 3 salan de bazirganiya herdu aliyan %40 kêm bûye. Di vê çarçoveyê de karsaz balê dikêşin ser giringiya Başûrê Kurdistanê û banga baştirkirina têkiliyên Tirkiye û Herêma Kurdistanê dikin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin