
Kampa Holê | 2 welatiyên din ên Iraqî hatin kuştin
.
Li kampa Holê ya li bajarê Hesekê ya Rojavayê Kurdistanê, bûyerên kuştinê berdewam e. Li kampê 2 welatiyên din ên Iraqî hatin kuştin û 2 kes jî birîndar bûn.
Li gor zanyariyan, di vê mehê de ev bûyera 8an a kuştinê ye. Berî 2 rojan jî, welatiyekî Iraqê li wê kampê hatibû kuştin.
Hêjayî bibîrxistinê ye, ji destpêka vê salê ve, heta niha li Kampa Holê 40 kes hatine kuştin û piraniya wan bi çekên bê deng hatine gulebarankirin.
Li Kampa Holê, Rêxistina Peyamnêrên Bêsînor, 5ê vê mehê karê xwe rawestand û Netewên Yekbûyî jî hişyarî da û got, rewşa wê kampê wê hêj xirabtir bibe.
Berî niha Hikûmeta Iraqê ragihandibû, ku ew welatiyên xwe yên Iraqî, ji kampa Holê wernagire.
Li gor amarên Netewên Yekbûyî li Kampa Holê, 66 Hezar û 101 kes hene, ku ji 60 welatî çûne Sûriyê û tevlî DAIŞê bûne. Ji %39 ji wan xelkên Sûriyê ne, hejmara wan 25 Hezar û 780 kes in.
Ji %46 ji wan Iraqî ne, hejmara wan 30 Hezar û 724 kes in. Ji %15 ji wan xelkê welatên din in, ew jî 9 Hezar û 597 kes in, û xelkê 66 welatan in.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin