Kamiran Haco: Bo yekrêzîyê, nêzîk gavên ciddî û berpirsîyarane tên avêtin

Kamiran Haco: Bo yekrêzîyê, nêzîk gavên ciddî û berpirsîyarane tên avêtin

Kamîran Haco ji K24 re anî ziman, ku hevdîtina wan ligel Cîgirê Wezîrê Derve û Nûnerê Serokê Rûsyayê bo Karûbarên Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîqya Mîkhaîl Bogdanov li Hewlêrê xwedî giringîyek taybet bû.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Berpirsê Pêwendîyên Derve yê Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûrîye (ENKS) Kamîran Haco ji K24 re anî ziman, ku hevdîtina wan ligel Cîgirê Wezîrê Derve û Nûnerê Serokê Rûsyayê bo Karûbarên Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîqya Mîkhaîl Bogdanov li Hewlêrê xwedî giringîyek taybet bû. Bi – Bixêrhatina wî ya Kurdistanê re dest bi civîna xwe kirin e.

Haco destnîşankir, ku hevdîtina Bogdanov ligel serkirdayetîya Kurdî, bi taybet ligel Serok Barzanî û piştî wê hevdîtina ligel ENKS cihê taybetmendîyê bû. Bogdanov nameya piştevanîya mafên Kurd di pêşeroja Sûrîye de jî da.

Çalakîyên diplomasî-sîyasî yên ENKS niha di qada neteweyî û navneteweyî de jî, berhemên xwe yên erênî didin.

Kamîran Haco got, ku Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê ji wan re anî ziman, ku “Kurd çend yekrêz bin dê bandora wan û cihê wan jî si çareserîya sîyasî de dê xurttir be.Bêguman Rûsya tine ziman, ku rejîma Şamê desthilata rewa ya Sûrîye ye û dixwaze kontrola wê liser tevayîya xaka Sûrîye hebe”.

Ji alîyê xwe ve ENKS dîyar kir: “Danûstandinan bi her alîyekî re dikin, di çarçoveya biryarên navneteweyî de.Biryara Neteweyên Yekgirtî ya 2254, çêkirina Lijneya Destûrî, desthilata veguhêz û h w d… Ji xwe li Cenevê, ev danûstandin di çarçoveya Lijneya Destûrî de destpê kirin e”.

Berpirsê Pêwendîyên Derve yê Encûmena Niştimanî ya Kurdî li dîyarkir, “Rewşa gelê me li Efrînê, Serêkanîyê, Girêspî û her deverên din, alozîyên ku bi wan re berbiçav tê, tewerên girîng ên hevdîtina me bûn”.

Herwiha Haco got: “Cihê yekrêzîyê di ajendaya ENKS de rêza yekem e. Pêngavên ku ji alîyê din ve (mebest HSD c.b) tên avêtin jî, em erênî dibîn in. Insîyatîfa Mezlûm Ebdî jî, di xetek rast de diçe pêş. Bêguman tiştên bê kêmanî nîn in, lê pêwîst e gavên piştî oinsîyatifê bên avêtin.  Pirs û pirsgirêk hene, lê dive em Kurd bi hevûdu re biaxifin, jib o ku bizanibin bi hevûdu re berê xwe bidin kû? Dem jî zêde nîn e. Ez bawer im di demek nêzîk de, gavên ciddî dê werin avêtin”…

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin