Jimara berketîyan bi vîrusa Koronaya Nû li Herêma Kurdistanê

Jimara berketîyan bi vîrusa Koronaya Nû li Herêma Kurdistanê

Li gor Wezareta Tenduristîya Hikumeta Herêma Kurdistanê li Raperînê 8, li Duhokê 3, li Germîyanê 19, li Silêmanîyê 31 û li Hewlêrê jî 10 kes bi koronayê ketine

A+A-

Navenda Nûçeyan - Êvara roja çarşemê 10.06.2020an Wezareta Tendiristuyê di daxuyanîyekê de aşkere kir di wê ragehandinê de hatîye, li berdewamîya pişkinînan û gerîyanê  li dû gumanlêkirîyan û berketîyan 8 berketîyên nû yên vîrusa Koronayê COVID-19 li rêveberîya Raperînê hatine destnîşankirin.

Herweha hatîye ragihandin 6 kes ji wan berketîyan mêr in û 2 kes jê jî jin in. Dû berkevtîyên ne û 6 kes jî nîşaneyên nexweşîyê hene. 5 berketî rûniştvanê qezaya Pişder/Qelladizê ne û 3 kês jê jî rûniştvanên Ranyayê ne.

3 berketîyên din yên vîrusa Koronayê ya nû COVID-19 li parêzgeha Duhokê hatine destnîşankirin. Ew 3 kesên berketîyên nû endamên yek malbatê ne ku zilamekê temen 36 salî, jineka temen 33 salî û zarokeke temen 15 salî ne. Herwiha xelkê parêzgeha Duhokê ne.

19 berketîyên din yên vîrusa Korona ya nû COVID-19 li devera Germîyane hatin destnîşankirin. Ew kesên berketîyê 13 ji wan mêr in û 6 kes jê jî jin in. 18 kes ji wan rûniştvanên nav qezaya Kelarê ne û yek jî rûniştvanê nav bajarê Silêmanîyê ye.

31 berketîyên din yên vîrusa Korona ya nû COVID-19 li parêzgeha Silêmanîyê hatine destnîşankirin. Ew kesên berketîyê 18 kes ji wan mêr û 10 kes jê jin 3 kes jê jî zarok in.

10 berketîyên din yên vîrusa Korona ya nû COVID-19 li parêzgeha Hewlêrê hatine destnîşankirin. Ew kesên berketî 10 kes ji wan mêr in û yek jî jin e. 9 berketî xelkên nav bajarê Hewlêrê ne, 1 Çoman û 1 jî rûniştvanê Celewla ye.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin