Ji Turkdogan hişyariya Agar: Divê bi lezgînî were girtin, dibe ku bireve

Ji Turkdogan hişyariya Agar: Divê bi lezgînî were girtin, dibe ku bireve

.

A+A-

 Hevserokê ÎHD’ê Ozturk Turkdogan destnîşan kir ku pêwîste piştî biryara ji nûve darizandinê Mehmet Agar were girtin û hişyarî da heke neyên girtin wê Agar û komika xwe birevin derveyî welat. 

Rêveberê çeteya ku têkiliya wê bi dewletê re heye Sedat Peker di vîdeoya 7’emîn de gotibû Wezîrê Karên Navxweyî yê berê Mehmet Agar û komika xwe karsazên kurd, rojnamevanan daye kuştinê. Gotinên Peker rê li ber nîqaşek din û ji nûve darizandina Agar û komika wî vekir. 

Hevserokê Giştî yê Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) Ozturk Turkdogan destnîşan kir ku di serdema salên 1993-1996’an de ku wek “salên tarî” tên zanîn bi fermana çetewarî ya dewletê bi sedan kes di binçavan de hatin windakirin, qetilkirin û bi hezaran gundên kurdan hatin valakirin û şewitandin. Turkdogan got di vê serdemê de Wezîrê Karên Navxweyî Mehmet Agar û koma xwe li ser kar bûn. 

‘SEROKÊ ÇETEYÊ AGAR E’ 

Turkdogan anî ziman ku Mehmet Agar niha serokê rêxistinek çeteyan û sûc e û yek ji van rêxistinên sûc jî JÎTEM e. Turkdogan têkildarî biryara Dadgeha Herêma Enqereyê ya darbarê Agar jî di nav de 19 bersûcên Doza Sereke ya JÎTEM’a Enqereyê de ku wê ji cînayetên faîlê meçhul werin darizandin jî axivî û axaftina Sedat Peker ku niha dike wê ji bo parastinên me ya ji nûve doza JÎTEM’ê ku hatiye vekirin bibe alîkarî. 

Turkdogan da zanîn ku gotinên Sedat Peker ên derbarê van cînayetên karsazên kurd û rojnamevan Ûgûr Mûmcû werin lêkolînkirin. 

‘DIVÊ TIFAQ BELAV BIBE’ 

Turkodgan anî ziman ku Mehmet Agar şirîkê tifaqa Cumhur e û got: “Hûn çawa bi vî kesî û yên mîna vî kesî re tifaqê çê dikin? Çima hûn heman xeletiyê dubare dikin. AKP, MHP, netewperest, rêxistinên legel-îllegal ên di hundirê dewletê de hemû di nava tifaqê de ne. Divê ev tifaq demildest were belavkirin. Wê Mehmet Agar çawa ji bo we dengan kom bike û mitîngan lidar bixe.” 

VEDIGERIN SERΠ

Turkdogan anî ziman ku ev mesele dîsa vegeriyaye serî û heta pirsgirêka kurd çareser nebe wê tu pirsgirêkên din çareser nebin. 

‘DIBE KU AGAR Û KOMIKA XWE BIREVIN’ 

Turkdogan ji bo îdiayên Peker ên derbarê Agar de bang li Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê kir û wiha got: “Divê derbarê Mehemt Agar de li tavilê lêpirsîn were destpêkirin. Divê dozger li daxuyaniyên Peker guhdar bike. Divê delîlan kom bike. Divê êdî Tirkiye ji mafyaya Agar rizgar bibe. Wê çawa rizgar bibe? Dadgehê derbarê Agar de ji bo Doza JÎTEM’ê biryara xerakirinê da. Divê di Doza JÎTEM’ê ya Enqereyê de pir bi lezûbez biryara girtina Agar were dayîn. Çimkî piştî ewqas îdiayan dibe ku Agar û komika xwe ji Tirkiyê birevin jî. Ji bo ev nerevin divê derbarê wan de biryara girtinê were dayîn.” 

DEMA SOYLÛ HATIYE 

Turkdogan destnîşan kir ku divê Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylû jî ji wezîfeyê were girtin û got: “Êdî dema hesabdayîna Soylû hatiye. Lê ji bo hesab bide divê ewilî dev ji wî kursiyî berde.” 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin