Ji Serokê Fransayê Macronî beyana piştgiriyê: "Me soz da berpirsên kurdan û HDSê ku em ê piştgiriya wan bikin."

Ji Serokê Fransayê Macronî beyana piştgiriyê: "Me soz da berpirsên kurdan û HDSê ku em ê piştgiriya wan bikin."

Serokê Fransayê Emmanuel Macron duh nîvê şevê beyanek da û got, "Ji bo parastin û aramkirina Bakûrê Sûrİyê HSD jî tê de me soz da berpisên kurdan." Macron herwiha got: "Em dikarin di navbera HSD û Tirkiyê de bibin navbeynkar."

A+A-

Di beşeke din a beyana Macron de hat diyarkirin ku; "Li ser şandina leşkeran bo Menbîçê jî Fransa û DYA li hev kirine."

Piştê hevdîtina Serokê Fransa Emmanûel Macron ya li Qesra Elysêe digel şandeya kurdên Rojavayê Kurdistanê ku berpirsên HSDê jî tê dê bûn, Macronî daxuyanî da.

Di daxuyaniya Macronî de hate gotin ku; ew bi hêvî ye ku bi piştgiriya civaka navnetewî û Fransa dê di navbeyna HSDê û Tirkiyê de danûstandin werin peydakirin.

Berpirsên kurd jî ji Ajansa Reuters re gotin "Macron soz da me ku, ji bo piştgiriya HSD dê leşker bişîne Menbicê.

Le Figaro jî li ser zarê heyta Kurd nivîsandiye; Fransa û DYA dikarin leşker bişînin Menbicê.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin