Ji Seroka Piştgirên PAK-Ewropa Seval Mert bo Rêvebirên Yekîtiya Ewropa nameyek vekirî

Ji Seroka Piştgirên PAK-Ewropa Seval Mert bo Rêvebirên Yekîtiya Ewropa nameyek vekirî

.

A+A-

Ji Seroka Piştgirên PAK-Ewropa Seval Mert bo Rêvebirên Yekîtiya Ewropa nameyek vekirî

RÛPELA NÛ: Seroka PAK-Ewropa Seval Mert ji Serokê Konseya Ewropayê Charles Michel û Seroka Komisyona Ewropa Ursula von der Leyen û gelek damûdezgehên resmî yên navnetewî  re nameyek vekirî şand û bal kişand ser kiryarên Tirkiyeyê yên antîdemkratîk. Seval Mert daxwazên Kurdistanîyan bi çend xalan rêz kirîye û daxwaz dike ku bila Yekîtiya Ewropa û damûdezgehên resmî yên navnetewî di derbarê pirêzeyên Tirkiyeyê yên nedemokratîk bêdeng nemînin û hişyarî bidin Tirkiyeyê.

Nameya vekirî ya Seroka PAK Ewropî wiha ye:   

Serokê Konseya Ewropî - Charles Michel


Seroka Komisyona Ewropî - Ursula von der Leyen Serokên Rêzdar!

Em dizanin ku hûn pir mijûl in lê ji we tîka dikin ku hûn çend xulekan ji dema xweya hêja bidine me da ku bi me re li ser pirsgirêkeke girîng rawestin û rê bidin me ku em we bidin zanîn ka bi rastî li Tirkîyeyê çi diqewime!

Îro li Tirkîyeyê bi navê ‘’Sistema Serokatîyê’’, sîstemeke totalîter ya takekesî li ser desthilatê ye. Îro bi vê desthilatdarîya Birêz Recep Tayîp Erdoğan, parlametoya ku ji berê jî ne zêde fonksîyonel bû, bi tevayî bê fonksîyon maye. Qedera 83 mîlyon mirovan ketîye ber însafa du gotinên Recep Tayîp Erdoğan û hêzên totalîter yên ku li pê re ne.

Serokên Rêzdar!

Heroj em ji Tirkiyeyê raporan teze digirin ku mîrov çawa li parlamenter, karmend û serokên şaredarîyê û meclîsên herêmî yên Kurd ên hilbijartî ji karên xwe bi darê zorê tên bi dûrxistin. Mafên wan ên siyasî ji holê radikin, wan ji karên wan bi temamî dûrdixin û li şûna wan rêveberên nehilbijartî yên alîgirên hikûmetê bi cîh dikin. Ev li Tirkiyê demek dirêj e berdewam dike. Bi vê yekê, ew dixwazin li Tirkiyê çavên her cure muxalefetê bitirsînin û pirsgirêka Kurd çareser nekin.

Pergala hiqûqî û rêveberiya dewletê bi tevahî hatîyê polîtîze kirin. Kesên ku medyaya civakî ya ku ji hêla serokomar ve nayê pejirandin, bikartînin, têne çewisandin. Li gorî rapora Koma Krîzê ya Navneteweyî, di dema rejîma serokatiyê de çend hezar kesan jiyana xwe ji dest dane. Komîserê Mafên Mirovan ê Konseya Ewropa û herweha Komîserê Bilind ê Mafên Mirovan yê Neteweyên Yekbûyî, şîdeta li Tirkiyê, nemaze li dijî Kurdan, rexne kirin û bang kirin ku tawanên binpêkirina mafên mirovan bikolin.

Ji meha temûza 2015an heta îro, gelek siyasetmedar, nivîskar, rewşenbîr, hunermend, rojnameger, parlamenter, serokên şaredarîyan hatine zîndankirin, di derbarê bi hezaran kesan de lêpirsîn ô doz hatine vekirin.

Dewleta Tirkîyeyê gelek caran biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê tune dihesîbîne. Herî dawî jî Dewleta Tirkîyeyê biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê ya di derbarê Selahattin Demirtaş de red kirîye. Bi vê helwestê jî peymanên navnetewî yên ku îmze kirîye binpê dike. Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropî hewce dît ku li ser Tirkiye ferz bike ku tavilê tedbîrên pêwîst bigire û Demirtaş serbest berde. Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropa biryar da ku Tirkiye, bi kiryarên xwe, "Pirdengî û pir rengîya dixeniqîne û ramana siyasî ya azad bi sînor dike". Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropî hewce dît ku li ser Tirkiye ferz bike ku tavilê tedbîrên pêwîst bigire û Demirtaş serbest berde.

Azadiya çapemenî û ramanî hîmên bingehîn ên demokrasiyê ne. Guhertinên negatîf û yên neqebûlbar li Tirkiyê bi salan e berdewam dike lê niha di her warî de xuya dike ku ev prosesa negatîf zûtir cî digre. Di dema krîza coronayê de, medyaya hevalbendîya rejîmê dike, bi êrîşên xwe yên li ser pirtikên demokrasîyetê û azadiya çapemenî, ne tenê li Tirkîyeyê û Bakurê Kurdistanê, li derveyî Tirkîyeyê jî muxalîfeta li hember xwe hedef girt.

Dadgeha Qanûna Esasî doza girtinê di derbarê partîyên sîyasî yên legal ên Kurd dike ku tenê ji bo, di navê partiya wan de peyva "Kurd" an "Kurdistan" heye, vekirîye. Van partîyan di civatê de sembola pirrrengî, hevgirtin û xweşbîniyê ne. Yek ji van partiyan Partiya Azadiya Kurdistanê, ango PAK e, ku heta nuha çalakiyên sivîl, demokratîk, sîyasî û meşrû meşandiye.Lê nuha Dadgeha Qanûna Esasî doza girtinê di derbarê PAKê û 3 partîyên din de vekirîye.

Serokên Rêzdar!

Dewleta Tirkîyeyê îro pir bi aşkereyî ne bes li Tirkîyeyê û li Bakurê Kurdistanê, li her derê cîhanê sîyaseteka li ser dijayetîya Kurdan hatîye ava kirin, dimeşîne.

Êrîşa Tirkiyeyê ya li Rojavayê Kurdistanê û li bakurê Sûriyeyê li dijî sivîl, zarok, jin û pîran, zagonên navneteweyî binpê dikin û dibe sedemên gelek kuştinên sivîl. Li Rojavayê Kurdistanê hêzên leşkerî yên bi Tirkîye ve girêdayîne, her roj Kurdan direvînin, dikujin, dest datînin ser mal û milkên gelê Efrînê, Serê Kanîyê û Girê Sipîyê. Kurd ji cîh û warên xwe tên qewirandin, dewlemendiyên herêmê tên talan kirin û dizîn. Demografîya van herêman di aleyhê kurdan de tê guhertin.

Êrîşên dubare yên Tirkiyê yên li dijî kurdên Başûrê Kurdistanê rûdidin, bi çekên ku ji welatên Yekîtiya Ewropî hatine kirîn ku di nav wan de Almanya jî heye, pêk tê. Ev kirin ne ya qebûlkirinê ye.

Desthilatdarîya Dewleta Tirkîyeyê him li hundir û him jî li derve êrîş û operasyonên xwe yên leşkerî dom dike. Ji bo ku xwe li ser kar bihêlin, van êrîşan ji xwe re dikin mertal û hewl didin ku hêzên demokratîk, nivîskar, partiyên siyasî, muxalefeta heyî û tevahiya cîhana azad bitirsînin da ku xwe li dûrî rûdanên diqewimin, bimînin.

Em, sempatîzan û komên piştgiriya Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) li Ewropa, piştgiriyê didin hemû peymanên navneteweyî. Divê Dewleta Tirkîyeyê û Serok Komar Erdogan serweriya qanûnê, bêyî ku bêje "Lê Belê" qebûl bike, nemaze di derheqa qebûlkirin û dayîna mafê Kurdan de. Em piştgirî didin daxuyaniya Dadgeha Ewropayê ya li gora daxwazên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropa ku ji hemû girtiyên siyasî re tavilê berdanê, doz dike.

Serokên Rêzdar!

Kiryarên Dewleta Tirkîyeyê û yên Serok Komar Erdogan nayê qebûl kirinê û ev li dijî demokrasî û hemû peymanan e.

Em ji we, wekî Serokê YE / Konseya Yekîtiya Ewropî, tika dikin ku hun tundî li dijî kiryarên Dewleta Tirkîyeyê û yên Serok Komar Erdogan ên li Tirkiye û li warê din, yê ku şer û nakokiyan teşwîq dike, derkevin û bikevin tevgerê;

  • Divê Dewleta Tirkîyeyê dest ji şerî berde û ji bo çareserîyeke sîyasî bi hemû partîyên Kurdan re bikeve nav dîyalogê.
  • Divê hemû qedexeyên li ber azadîya çapamenîyê, ramanî û xebata rêxistinî bê rakirin.
  • Divê dozên girtinê yên di derbarê partîyên ku bi navê ‘’Kurdistanê’’ hatine

damezrandin, bêne betal kirin.

  • Divê Dewleta Tirkîyeyê di Qanûna Bingehîn û hemû yasayên xwe de hebûna miletê Kurd qebûl bike û divê zimanê Kurdî bibe zimanê perwerdeyê û bibe zimanê fermî.
  • Dev ji firotina çekan ji Tirkiyê re rawestînin û tafilê ambargoya çekan darxin!
  • Divê Dewleta Tirkîyeyê û Serokkomar Recep Tayip Erdoğan, rêzê li îradeya hilbijêran

bigre û hemû şaredarên ku di hilbijartinê de hatine hilbijartin, vegerin ser şaredarîyên

xwe.

  • Divê Dewleta Tirkîyeyê Peymana Otonomoya Rêveberîyên Herêmî yên Ewropayê û

Peymana Mafê Zarokan bi giştî bicîh bîne.

  • Daxwaz dikin ku Tirkiye li gor biryara AHIMê tevbigere û tafilê hemû girtiyên siyasî,

nivîskar û rewşenbîrên di hefsê de ne, serbest berde!

Birêzdarî

 

Seval Mert

Serokê PAK - EWROPA
Piştgirên Partîya Azadîya Kurdistanê li Ewropayê

 

ÎNGILIZIYA NAMEYÊ 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin