
Ji PAK û PSKê panela Damezrandina Komara Kurdistanê Li Mehabadê
Partîya Sosyalîst a Kurdistan (PSK) û Partîya Azadîya Kurdistanê (PAK) ji ber 74emîn Salvegera Damezrandina Komara Kurdistanê Li Mehabadê panelek li dar xistin.
Navenda Nûçeyan- Partîya Sosyalîst a Kurdistan (PSK) û Partîya Azadîya Kurdistanê (PAK) ji ber 74emîn Salvegera Damezrandina Komara Kurdistanê Li Mehabadê panelek li Amedê li dar xistin.
Panel li Amedê Odeya Muhasebecî û Malî Mûşavîran pêk hat. Gelek sîyasetmedar, nivîskar, rewşenbîr, endamên PAK û PSKê û welatî beşdarî panelê bûn.
Panel bi rêzgîrtina jibo şehîdên Kurdistanê dest pê kir.
Moderatorê panelê Ahmed Kanî bi kurtasî di derheqê panelê axivî. Piştî Kanî Serokê Partîya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK)Mesut Tek axivî. Tek behsa têkilîyên Komara Kurdistanê bi Sovyetan kir.
Piştî Mesut Tek lêkolîner û nivîskar Tahsîn Sever axivî. Sever balkîşand ser têkîlîyên Komara Kurdistanê bi Tirkîyê, Îranê û welatên Rojhilata Navîn.
Piştî Sever lêkolîner û nivîskarê din Seîd Veroj dora axaftinê girt û behsa çand, wêje û hûnerê li Komara Kurdistanê kir. Veroj balkîşand ser rola jinên Kurd li Komara Kurdistanê.
Endamê Komîteya Birêvebir a Navendî ya PAKê Vahit Aba jî behsa Qazî Mihemed û wasîyeta wi kir.
Piştî axafvanan panel bi pirs û bersivan dewam kir.
Beşdarvanan sipasîya xwe ji axaftvan û herdû partîyan kirin.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin