Ji Mezlûm Ebdî peyama salvegera serhildana 12ê Adarê

Ji Mezlûm Ebdî peyama salvegera serhildana 12ê Adarê

.

A+A-

 Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî, bi boneya salvegera 17emîn a Serhildana 12ê Adara 2004an a Rojavayê Kurdistanê peyamek belav kir.

Mezlûm Ebdî li ser hesabê xwe yê Twitterê got: “Fedakariyên şehîdên serhildanê îro bi rêveberiyeke xweser a demokratîk tacîdar bûne ku hemû şêniyan hembêz dike, wan diparêze û ber bi azadî û rûmetê ve dibe.”

Ebdî dibêje, Serhildana 12ê Adara 2004an a li dijî zordariya rejîma Beasê, çirûska Şoreşa 19ê Tîrmeha 2012an a li Rojavayê Kurdistanê ye.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin