Ji Hikûmeta Iraqê daxuyaniya êrîşa Amerîka ya ser Îranê

Ji Hikûmeta Iraqê daxuyaniya êrîşa Amerîka ya ser Îranê

.

A+A-

Piştî êrîşa bi balafirên bombardimanê yên B-2 yên Amerîkayê li ser 3 tesîsên nukleerî yên Îranê, Hikûmeta Iraqê daxuyanî da û got, Amerîka metirsiyê li ser ewlehiya herêmê çêdike.

Hikûmeta Iraqê, nîgeraniya xwe ya kûr anî ziman û êrîşa li ser dezgehên atomî yên li nav axa Komara Îslamî ya Îranê şermezar kir.

Di daxuyaniyê de Berdevkê Hikûmeta Iraqê Basim Ewadî got, "Iraq bi temamî bikaranîna hêzê di têkiliyên navneteweyî de red dike û daxwaza rêzgirtina li serweriya welatan û êrişnekirina ser dezgehên girîng dike, bi taybetî ewên ku di bin çavdêriya Ajansa Navdewletî ya Enerjiya Atomê de ne û ji bo armancên aştiyane tên bikaranîn."

Hikûmeta Iraqê tekez kir ku çareseriya leşkerî nikare cihê diyalog û dîplomasiyê bigre û herwiha di wê baweriyê de ye ku berdewamiya van êrîşan dibe sedema geşedanên metirsîdar ku encamên wê sînorên hemû welatan derbas dikin û bandorê li ser aramî îstîqrara herêmê û cîhanê dike.

Herwiha Berdevkê Hikûmeta Iraqê diyar kir, "Şer ji bilî wêrankariyê tiştekî din li pey xwe nahêlin û divê berpirsiyariya hêzên mezin û rêxistinên navneteweyî ew be ku cîhanê ji qeyranên zêdetir dûr bixin, ne ku wan gur bikin."

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin