Ji Duhokê 1400 kes diçin pêşwaziya Papa

Ji Duhokê 1400 kes diçin pêşwaziya Papa

.

A+A-

Biryar e roja 5 vê mehê ku dike roja Înê, Papayê Vatîkanê  Papa Francis serdana Iraqê bike û piştre roja Yekşemê 7 mehê serdana Herêma Kurdistanê bike.

Kristyanên Duhokê xwe ji bo pêşwazîkirina Papayê Vatîkanê amade dikin û biryar e ji Duhokê 1400 kes biçin bo pêşwazîkirina Papa.

Welatiyê krîstiyan Heysem Butris yek ji wan kesan e li Duhokê dijî û nav xwe tomar kiriye ji bo ku beçe Hewlêrê û pêşwazî li Papa bike.

Heysem Butris dibêje pêşwazîkirina Papa gelek girîng e ji ber ku yekem car e Papayî Vatîkanê serdana Kurdistanê dike û dibêje: “Ev serdana Papa tişteke dîrokî ye. Yekem car e Papa dê were Kurdistanê û em wek mesihiyên Kurdistanê dê wî ne fotograf an jî dîmenan de bibînin, vê carê em dê bi çavên xwe rastetast bibînin. Herwiha ev serdan bo mesihiyên Kurdistanê piştevaniyek e ku deverên din jî bizanin aramî û xweşî li Kurdistanê heye.”

Navîn wan kesên ku dixwazin biçine pêşwazîkirina Papa, bi rêya qeşe û encûmenên  dêran tê tomarkirin û ji bo her dever û gundekî hejmarek hatiye diyarkirin. Biryar e ji Duhokê û navçeyên wê Zaxo, Şêxan û Akrê 1400 biçin Hewlêrê û pêşwazî li Papa bikin û bi hev re merasîma olî pêk bînin.

Zanayê Olî Poşya Sena jî got: “Ev navên ku me tomarkirin, me ji Hewlêrê re şandin da ku aliyên ewlekarî li cem xwe tomar bikin, ji ber ku her kesê derbasî meydana ahengê bibe, divê navê wî hatibe tomarkirin. Reqama wî pişkinînîn bikin eger li cem wan hebe, wate hatiye tomarkirin û rê pê tê dayîn ku derbas bibe.”

Li gor amarên kenîseyên krîstiyanan li parêzgeha Duhokê nêzîkî 50 hezar krîstiyan hene û piraniya wan jî qatolîk in. Piştî bûyerên sala 2003yê nêzîkî 25 hezar krîstiyan ji Bexda û bajarên din ên Bexdayê çûne parêzgeha Duhokê.

Çavkanî: Rûdaw


 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin