Ji Çavûşoğluyî li ser Efrînê bang li DYA û Fransa

Ji Çavûşoğluyî li ser Efrînê bang li DYA û Fransa

Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu ji bo Efrînê bang li Amerîka û Fransayê kir û daxwaz ji wan kir ku li Efrînê bi hev re tevbigerin.

A+A-

Çavuşoglu di gotara xwe ya li Amedê de, careke din partiya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanî (YNK) ku wî weke partiya Talebanî bi nav kir, bi piştgirîkirina Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) tohmetbar kir. 

Çavuşoglu ragihand, bi piştgiriya YNKê û çend partiyên din ên biçûk, PKKê karî ku dakeve nav bajaran.

Bi gotina Çavuşoglu, “çend partiyên di nava Hikûmeta Herêma Kurdistanê de piştgirî dane PKK, ew yek bi (handana) teşwîqa hin dewletên herêmî kirin. Partiya Talebanî û çend partiyên din ên biçûk piştgirî dane PKKê û PKK dakete nava bajaran”.

Wezîrê Derve yê Tirkiyê herwiha amaje bi mijara referanduma serxwebûna Herêma Kurdistanê jî kir û diyar kir, ku wan weke hikûmeta Tirkiyê çend caran ji rayedarên Hikûmeta

Herêma Kurdistanê re bi zelalî got, ku dê referandum zirarê bide kurdan û destkevtên heyî jî ji wan bistîne.

Mevlut Çavuşoglu da xuyakirin, piştî referanduma serxwebûnê, “çend dewletên cîran daxwaz ji Tirkiyê kirin, ku deriyên xwe yên sînorî yên bi Herêma Kurdistanê re bigre”, lê wan ew daxwaz pêk nehanî.

Ji bo Efrînê bang li Amerîka û Fransayê kir

Piştî hevdîtina Parêzgarê Diyarbekirê di daxuyaniya ji bo çapemeniyê de, Çavuşoglu derbarê rewşa Sûriyê de bang li Amerîka û Fransayê kir, ku di mijara Efrînê de alîkariya Tirkiyê bikin û got: “Werin em bi hev re alîkariya Efrînê bikin”. 

Derbarê nûçe û agahiyên ku dibêjin Fransa dê hêzên leşkerî bişîne Minbicê, Wezîrê Derve yê Tirkiyê got, ku “hikûmeta Fransayê ew zanyarî derewand û piştre jî du sê caran zanyarî sererast kirin”. Bi gotina Çavuşoglu, Fransa ji biryara şandina leşkerên xwe bo Minbicê, poşman bûye.

Tirkiye ji kontrolkirina Minbicê bi destê YPGê û HSDê aciz e û çend caran daxwaz ji Amerîkayê kiriye, ku YPGê ji Minbicê derxîne û her du welat bi hev re bajêr birêve bibin. 

Mevlut Çavuşoglu da zanîn, ku Fransa yek ji wan welatan e ku bi başî agahdarî rewşa Sûriyê ye û wî welatî baş nas dike û “ji destpêka krîza Sûriyê ve heta niha li ser rêyeke dirist dimeşiya, lê di van çend mehên dawiyê de Fransa veguheriye welatekê ku rastiyan nabêje”.

Çavuşoglu derbarê sekinandina alîkariya 200 milyon dolarî ya Amerîkayê ya ji bo avedankirina bakurê Sûriyê de jî bersiva pirsa rojnamevanan da û ev biryara Waşingtonê bi pêngaveke erênî bi nav kir. 

Wezîrê Derve yê Tirkiyê li ser geşedanên li herêma Efrînê jî axivî û amaje bi rewşa bajarê Til Rifetê kir û destnîşan kir, hêzên Artêşa Tirkiyê û Artêşa Azad a Sûriyê hêj derbasî nav Til Rifetê nebûne.”

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin