Ji bo rûniştineke taybet a Parlamentoya Swîsreyê li ser jenosîda Êzdiyan îmza tên komkirin

Ji bo rûniştineke taybet a Parlamentoya Swîsreyê li ser jenosîda Êzdiyan îmza tên komkirin

.

A+A-

Koçberên Êzîdî yên ku li kampên Herêma Kurdistanê dijîn, ji bo lidarketina civîneke taybet a Parlamentoya Swîsreyê ji bo naskirina komkujiya Kurdên Êzîdî wek jenosîd, hewl didin 50 hezar îmzeyan kom bikin.

Grûpa Hêvî ku komeke serbixwe ya ciwanên Kurdên Êzîdî ye, 10 roj in li kamp û cihên li Herêma Kurdistanê yên Kurdên êzîdî lê dijîn, hewl didin îmzeyan kom bikin ji bo parlamentoya Swîsreyê rûniştineke taybet encam bide û komkujiya li ser Kurdên Êzîdî weke jenosîd nas bike.

Berpirsê Grûpa Hêvî Feysel Elî ji K24ê re ragihand, ew li gel parlamentoya Almanyayê di peywendiyê de ne û parlamentoyê ji bo komkirina îmzeyan, lînka malperekê daye wan.

Her wiha got: “Em hewl didin bi serdanên meydanî û torên civakî bi qasî ku pêkan e îmzeyan berhev bikin. Li Almanyayê heta niha nêzîkî 15 hezar îmze hatine komkirin, her çendî pêwîstî bi 50 hezar îmzeyan heye, lê em dixwazin bi komkirina nêzîkî 70 hezar îmzeyan, zextê li parlamentoyê bikin ku civînekê li dar bixe.”

Di dema êrîşa DAIŞê ya ser Şingalê de, Kurdên Êzîdî rastî jenosîda herî hovane hatin û 6 hezar û 417 Kurdên Êzîdî ji aliyê çekdarên DAIŞê yên terorîst ve hatin revandin. Heta niha 3 hezar û 362 kes bi alîkariya Hikûmeta Herêma Kurdistanê hatine rizgarkirin û yên din jî winda ne.

Beşek ji wan di gorên bikomî de hatin kuştin, ku heta niha 83 gor hatin dîtin. Di heman demê de jî DAIŞê 68 mezar û perestgehên ku ji bo Kurdên Êzidî hatibûn danîn, wêran kirin.

Di komkujiya Şingalê de 2 hezar û 745 zarok bê dê û bav mane, nêzî 400 hezar Kurdên Êzidî jî koçber bûne û piraniya wan venegeriyane û li kampan di konan de dijîn.

Heta niha Encûmena Mafên Mirov, Parlamentoya Ewropayê, Senatoya Amerîkayê, Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan a Netewên Yekgirtî, Almanya, Brîtanya, Fransa, Kanada, Skotlanda, Ermenîstan, Awustralya, Herêma Kurdistanê, Portugal, Iraq, Hollanda, Komîta Lêkolînan a Navdewletî ya Taybet bi Sûriye û Yekitiya Zanayên Cîhanê, tawanên li dijî Kurdên Êzidî wek jenosîd nas kirine.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin