Ji bo parlamentoya Sûrîyê 25 Kurd bûne namzed

Ji bo parlamentoya Sûrîyê 25 Kurd bûne namzed

Biryar bû hilbijartinên parlementoya Sûrîyê, ku bi Encûmena Gel tê binavkirin, roja 13ê Nîsana 2020 bihatiba lidarxistin, lê ji bo 20ê Gulana îsal hatibû paşxistin, ku di wê rojê de jî nehat sazkirin, niha biryar e 19ê vê mehê bê lidarxistin.

A+A-

 

Biryar bû hilbijartinên parlementoya Sûrîyê, ku bi Encûmena Gel tê binavkirin, roja 13ê Nîsana 2020 bihatiba lidarxistin, lê ji bo 20ê Gulana îsal hatibû paşxistin, ku di wê rojê de jî nehat sazkirin, niha biryar e 19ê vê mehê bê lidarxistin. 25 Kurdan jî bo hilbijartinên parlamentoyê xwe kirine namzed.

Hikûmeta Sûrîyê ragihandîye, bi sedema rêkarên xweparastinê ji vîrusa koronayê, ew hilbijartin hatine derengxistin û roja 19 Tîrmeha 2020an bo hilbijartinan hatîye destnîşankirin.

Kampanya hilbijartinên bo parlamentoya Sûrîyê li Rojavayê Kurdistanê jî birêve diçe, lê bi awayekî lawaz e, û ne wêneyên berbijêran û ne siloganên wan têne dîtin.

Piranîya welatîyên Rojavayê Kurdistanş ti hêvîyek ji parlamentoya Sûrîyê nîne, lewma ev hilbijartin ji wan re ne girîng e, lê dîsa jî hinek welatî dibêjin, bila Kurd biçin parlamentoya Sûrîyê, belkî karibin xizmeta Kurdan bikin.

Mamoste Fewaz Temo dibêje: “Gava ku hikûmet li ser xwe bû ji xelkê re tiştek nedikir, niha tenê li Şamê maye, ez nizanim dê ka niha çi bike. Qet ti hêvîyên me jê nîne.

Xanenişîn Ferhed Omero jî got: “Madem mafê min ên dengdanê heye divê ez herim wî mafê xwe bikar binîm. Ez dê dengê xwe bidim wî kesê ku baş û ji bo xelkê xizmetê bike.

Bazirganê bi navê Şewket Yûsif ji dîyar kir ku ew dê neçe dengê xwe bikar nehanê çimkî bi gotina wî hikûmeta Sûrîyê heta niha ji bo wan tiştek nekerîye.

Ji bo hilbijartinên parlamentoya Sûrîyê tenê 3 roj mane û 2100 namzed li seranserê wî welatî ji bo 250 kursîyan pêşbirkê dikin û Serokş Partîya Ciwanan Perwîn Îbrahîm yek ji 25 Kurdan e xwe ji bo parlamentoya Sûrîyê kirîye namzed.

Seroka Partîya Ciwanan Perwîn Îbrahîm a xelka Qamişlo jî dibêje: “Divê weke Kurd dengê me li parlamentoyê hebe. Weke kurd daxwaz û mafên me yên destûrî hene. Li Parlamentoya Sûrîyê ji 2011an ve heta niha ti kesî tiştek bo Kurdan daxwaz nekerîye.”

Lîsteya bi navê (Bereya Niştimanî) bi serkêşîya Partîya Beis a desthilatdar, 166 kandîd ji Partîya Beis û 17 kandîd ji partîyên hevpeymanên wê di wê bereyê de, li xwe digire, ango ji tevaya 250 parlemanterî, wê 187 palemanter ji pişka Beis û hevpeymanên wê bin û 63 endamên din wê serbixwe bin.

25 kandîdên Kurd, li ser asta Sûrîyê beşdar dibin, ji wan li Qamişlo, Heleb û Şamê hene.

Rudaw

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin