Ji bo dîtina keça Kurd ava bendavekê tê valakirin

Ji bo dîtina keça Kurd ava bendavekê tê valakirin

Ji bo dîtina wê keçê, gelek lêgerîn hatine kirin lê heta niha ti tiştek nehatîye bidestxistin. Ji 6ê Tîrmehê ve bi fermana Wezareta Navxwe ya Tirkîyê, lêgerîna li pey Gulistan Doku hatibû rawestandin.

A+A-

Li Dêrsim a Bakurê Kurdistanê hewlên ji bo dîtina keça Kurd a 21 salî Gulistan Doku ku ew şeş meh in winda û bêserûşûn e, berdewam in. Herî dawî bi biryara Wezîrê Navxwe yê Tirkîyê, weke egerekê ji bo dîtina termê wê xwandekara zanîngehê, dê ava Bendava Ozunçayir were valakirin.

Gulistan Doku keçek Kurd a xelka Amedê ye ku li Zanîngeha Muznurê ya Dêrsimê dixwend, ji roja 5ê Çileya îsal ve nedîyar e, gelek xwepêşandan ji alîyê hevalên wê malbatê ve hatin kirin.

Ji bo dîtina wê keçê, gelek lêgerîn hatine kirin lê heta niha ti tiştek nehatîye bidestxistin. Ji 6ê Tîrmehê ve bi fermana Wezareta Navxwe ya Tirkîyê, lêgerîna li pey Gulistan Doku hatibû rawestandin.

Herî dawî roja Pêncşemê malbata Gulistanê bi Wezîrê Navxwe yê Tirkîyê Suleyman Soylu re civîyan. Piştî wê hedvîtinê, Aygul Doku xûşka Gulistanê aşkere kir, wezîr soz daye wan ku ava Bendava Ozunçayir vala bikin ku li Pira Dînar nêzîk e.

Biryar e îro 20ê Tîrmehê ava bendavê were valakirin û ew prose jî dê 15 rojan bidome.

Aygul Doku ji medyayan re ragihandîye: Me ji birêz wezîr re got, gumana me heye ku Gulistan hatibe kuştin. Wezîr got, em li ser wê egerê rawestîyane û me nirxandin jê re kirîye.

Wezîrê Navxwe yê Tirkîyê jî amaje bi wê yekê kirîye, wan Zeynel Abarakov ku gumanbar e bi kuştina Gulistan Doku û kesekî bi esil Rûs e, ji derveyî welat anîye û heta yekalîbûna dosyeyê, qedexeya geştê li ser wî hatîye danîn û nikare ji Tirkîyê derkeve.

Gulistan Doku ya 21 salî ku xwandekara sala duyem a fakulteya geşedana zarokan li Zanîngeha Munzurê bû, roja Yekşemê 5ê Çileya 2020an piştî ku ji cihê mana xwe li beşa navxweyî ya zanînê diçe derve, êdî vanegere û heta niha tiştek li ser wê nayê zanîn.

Li gor lêkolînan, piştî peywendîyeke telefonî ku çar xûlekan dom kirîye, di demjimêr 16:26 êvara heman rojê de telefona wî hatîye girtin.

Polîsê Dêrsimê jî dibêje, rojek berî ku winda bibe, Gulistan Doku li gel hevalê xwe yê kur bi navê Zeynel Abarakov ku kesekî Rûsî ye û bavê wî li Dêrsimê polîs e, kirîye xirecir û guman heye ku ji alîyê wî kurî ve hatibe kuştin.

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin