
Ji bo 5 bajarên Bakurê Kurdistanê hişyariya lehiyê hat dayîn
.
A+A-
Saziya Kêşûhewayê ji bo pênc parêzgehên Bakurê Kudistanê yên Erzerom, Erzîngan, Erdexan, Dersîm û Qersê hişyariya barana zêde û rabûna lehiyê da.
Li gorî daxuyaniya Saziya Keşûhewayê ya herêmî li bajarên Bakurê Kurdistanê yên Erzerom, Erzîngan, Erdexan, Dersîm û Qersê tê pêşbînî kirin barana zêde bibare û hat gotin, ji bo bûyerên brûsk vedan, lehî rabûn, hezaz û bahozê re amade bin û tedbîrên xwe bistînin.
Herwiha hişyarî hat dayîn ku dibe ji ber barana zêde di rêyên çûnûhatinê de zehmetî çêbibin.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin