
Ji ber îzdihamê 84 serî pez telef bûn
Li bajarê Dêrsimê yê Bakurê Kurdistanê di goveke pez de ji ber ku mih û berx tevlihev bûn û gov bêhewa ma, 84 serî pez telef bûn.
A+A-
Xelkê gundê navendê Çukurê Menderes Yildirim ku debara xwe bi xwedkirina pez dike, ber êvarê alif danê ber pez û çû raza.
Yildirim sibehê zû gava çû govê, dît ku berx ji kozê derketine, tevlî mihan bûne û her wisa hemû tevde ji ber ku bêhewa mane, telef bûne.
Piştî ku xeber hat dayîn, ekîbên Rêveberiya Çandinî û Daristanê çûn cihê bûyerê û li ser pezê telefbûyî raporek amade kirin.
Hat destnîşankirin, 84 serî pezê telefbûyî dê di çalên ku bi makîneyên şixul hatin kolandin de bên binaxkirin.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin