
Serok Barzanî pîrozbahiyê li Yekîtiya Qutabî û Lawên Demokrata Kurdistanê dike
.
Ji ber hilbijartina sikirtêr û endamên Mekteba Sikirtariya Rêkxistina Yekîtiya Qutabî û Lawên Demokrata Kurdistanê, Serok Barzanî pîrozbahiyê li wê rêkxistinê û xwendekar û ciwanan dike.
Ji ber serkeftina kongireya hevgirtinê û hilbijartina sikirtêr û endamên Mekteba Sikirtariya Yekîtiya Qutabî û Lawên Demokrata Kurdistanê, Serok Barzanî îro (În, 16ê Gulana 2025ê) di peyamekê de pîrozbahiyeke germ arasteyî wê rêkxistinê û tevaya xwendekar û ciwanan kir û daxwaza serkeftinê jê re kir.
Di wê peyama Serok Barzanî de hatiye, “Ez hêvîdar im hevgirtina Qutabî û Lawan û encamên kongireya wan bibin sedema bihêztirbûna şêwazê kar û rêkxistina xwendekar û ciwanan û zêdetir xizmeta doza xwendekar û ciwanên azîz ên Kurdistanê jê peyda bibe.
Serok Barzanî bi vê helkeftê piştevaniya xwe ji bo daxwaz, bername û armancên wan tekez dike û dibêje, “Ji we yên xweşevî tê hêvîkirin ku hûn li bin ronahiya fikirên welatparêziyê û li gorî bername û planeke birêkûpêk xwendekar û ciwanên ava, zîrek, biîrade û afirîner ji bo welatê me ava bikin û her tim di xizmeta doza rewa ya gelê Kurdistanê de bin."
Kongireya hevgirtina her du rêkxistinên Yekîtiya Qutabiyan û Yekîtiya Lawên Demokrata Kurdistanê duhî (Pêncşem, 15.05.2025) bi amadebûna Serok Barzanî û Cîgirê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mesrûr Barzanî hat lidarxistin.
Her du rêxistinên Yekîtiya Qutabiyan û Yekîtiya Lawên Demokrata Kurdistanê bûn yek û navê wan ji bo Rêkxistina ‘Yekîtiya Qutabî û Lawên Demokrata Kurdistanê’ hat guhertin.
Herwesa bi piraniya dengên endamên kongireyê, 11 kes wekî endamên sikirtariya Rêkxistina Yekîtiya Qutabî û Lawên Demokrata Kurdistanê hatin destnîşankirin.
Bi dengên wan 11 kesan ku wekî endamên sikirtariya wê rêxistinê hatin hilbijartin, Şivan Mehmûd, ku wekî Şivan Kurdistanî tê nasîn, wekî Sikirtêrê Rêkxistina Yekîtiya Qutabî û Lawên Demokrata Kurdistanê hat hilbijartin.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin