Ji ber êrişên Tirkiyê 10 gundên sînorî vala bûn

Ji ber êrişên Tirkiyê 10 gundên sînorî vala bûn

.

A+A-

 Ji ber topbaranên Tirkiyê 10 gundên li herêma Batîfa li navçeya Zaxo vala bûne. Xelk nikare serdana gundên sinorî bikin.

Şer û pevçûnên di navbera gerîlayên PKKê û artêşa Tirkiyê de li nav axa Başûrê Kurdistanê berdewam in û ji ber bombebarana balafirên şer ên Tirkiyê jî bi hezaran donimên daristanan li derdora gundên Kêste û Çelkê yên ser bi bajarokê Amêdiyê ve şewitîne û herwiha zêdeyî 10 gundên li Brîfayê vala bûne.

Piştî bombebarana balafir û helîkopterên Tirkiyê, agir bi daristanên gundê Kêste ket û ber bi gund ve hat xwarê û niha gihîştiye nava gundê Kêste.

Ew gund çend roj beriya niha ji ber bombebaranan hatibû valakirin, lê topbarankirina derdora wî gundî her berdewam bû. Îro jî ji ber bombebaranê agir gihîştiye nava gund û bi hezaran donimên daristan û zeviyan jî şewitîne.

Ji aliyê din ve Rêveberê Nahiya Batîfa Ferhad Mehmûd ji Rûdawê re da xuyakirin, ku bêhtir ji 10 gundên sinorî vala bûne û dever ne aram e û top ber wan gundan dikevin. 

Ferhad Mehmûd diyar kir ku şerr di navbera artêşa Turkiye û gerîlayên PKK de li deverên sînorî yên herdu deverên Batîfa û Derkarê çê bûye û wî bêtirî 10 gundên qezaya wan hatine valakirin û ziyan gihîşte gelek kesan

Piştî ku nûqteyên Turkiyeyê li deverên sînorî bi taybetî li ser astê herdu bajarokên Batifa û Derkarê bi cih bûne şer û pevçûn di navbera artêşa Turkiyeyê û gerîlayên PKK de berdewam e û bi taybetî li nêzîkî qezaya Batifan a ser bi nahiya Kanî Mase, û şer bandor li xwediyên pez kiriye û ew nikarin pezê xwe bo çêre derxînin.

Bi gotina Ferha Mehmûd şer li navçeyên sînorî berdewam e û berî du rojan çend top li ber Gundê Keşanê ketin û niha xelk nikarin herin wî gundî.

Rêveberê navçeya Batifa Ferhad Mehmûd wiha got: "Şer li herêmên sînor berdewam e, wekî navçeya Batifa, hin gundên me yên li ser sînorê Tirkiyeyê hene û bê guman ev gund ji ber bombebaran û şerê li herêmê zirar dîtine û zêdetirî 10 gundan vala bûne Xelkê wan deveran hem ji bo çandiniyê, hem jî ji bo xaniyên xwe nikarin nav biçin gundên xwe."

Ferha Mehmûd herwiha da zanîn ku xelkê deverê li benda arambûna rewşê ye daku vegerin gundê xwe.

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin