Ji ber bombebaranên Tirkiyê agir bi derdora çar gundan ket

Ji ber bombebaranên Tirkiyê agir bi derdora çar gundan ket

.

A+A-

 Artêşa Tirkiyê rêya sereke ya gundê Hirûr û derdora gundên Kêste û Çêlka Krîstiyanan bi tundî bombebaran kirin û di encamê de agir bi derdora çar gundan ket û boriya ava gundê Bazîva jî teqiya.

Di heyama 24 demjimêrên derbasbûyî de Tirkiyê li bajarokê Mangêşkê du otomobîlên gerîlayên PKKê kirina armanc û hevdem çar caran jî herdu gundên Atûşê û Bêbadê li bajarokê Çemankê bombebaran kirin.

Di encama bombebarên Tirkiyê de agir bi derdora wan çar gundan ketiye û her ku diçe sînorê wî agirî berfirehtir û ziyan jî zêdetir dibe û bi sedan donim rez û baxên gundiyan şewitîn.

Omîd Seîd, xelkê gundê Kêstê ye û dibêje, ji ber wan bombebaranan wan çavkaniyên dabînkirina debara jiyanê ji dest dane ku rez û bax û mêşên hingiv bûn çavkaniyên debara xelkê li wê navçeyê û ew dibêje, eger agir bi vî rengî berdewam be, ew neçar in gundê xwe vala bikin.

Boriya ava gundê Bazîv jî bû armanca topbaranên Tirkiyê û bi wê sedemê av li ser gund qut bûye. Ew gund dikeve ser rêya sereke ya Kanî Masê û Zaxo û 5 mal lê dijîn û ava gund jî ji gundê Hirûr ve dihat.

Hecî Hirûrî, xelkê gundê Bazîv e û ew dibêje, “Ava me nîne. Ji ber topbarana Tirkiyê şeva derbasbûyî ava gundê me qut bû û em hemû bêav in.”

Şer û pevçûnên dijwar ên leşkerên Tirkiyê û gerîlayên PKKê ketine gundê Deşîş ku derdora 10 kîlometran dikeve rojhilatê Zinarê Kêste.

Li gor zanyariyên muxtarê gundê Deşîş, 22 mal li wî gundî dijîn û ji tirsa şer û bombebaranan niha tenê 8 mal li gund mane.

Nûrî Emîn, muxtarê gundê Deşîş e û dibêje, beşek ji malbatan çûyîne û beşek jî mane û me “hikûmet ji rewşê agahdar kiriye.”

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin