Ji Amerikayê bo leşkerên xwe::'Wek bersiva DAIŞê didin bersiva Tirkiyeyê bidin'

Ji Amerikayê bo leşkerên xwe::'Wek bersiva DAIŞê didin bersiva Tirkiyeyê bidin'

Televizyona El-Exbarê li herêma Minbicê geriya, rewşa dawî ya bajarî nîşan da û bi fermandarên Meclisa Leşkerî ya Minicê re axift.

A+A-

Fermandarekî kurd diyar dike ku "talîmat ji leşkerên Amerîkayê re hatine, wek çawa bersiva DAIŞê didin, bersiva Tirkiyeyê bidin."

Li gor Sputnikê Peyamnêra kanala El-Exbarê ya erebî Cenan Mûsayê serdana bajarê Minbicê kir û derbarê wê derê de raporteke amade kir ku ew herêm "xetertirîn xeta temasê ya cîhanê bi nav kir.

Cenan Mûsa di raporta xwe de dibêje: "Şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê li biryarehên xwe ne li himberî Tirkiyeyê û komên dijberiyê yên ku Enqere piştgiriya wan dike. Nêzîkî du kîlometreyan di navbera herdu aliyan de hene. Malên sivîlan jî di navbera wan de ne ku qebûl nakin ji mala xwe derkevin".

Herwiha Mûsa diyar dike ku niha hîn ti şer di navbera herdu aliyan de tine ne û çûnûhatina sivîlan a di navbera herêmên di bin kontrola Tirkiyeyê û yên Meclisa Leşkerî ya Minbicê de jî berdewam e.

"AMERÎKA GOTIYE DÊ NEHÊLE TIRKIYE BALAFIRÊN XWE XWE RAKE"

Piştî wê fermandarekî kurd bi navê Şiyar peyamnerê televizyonê dibe eniyên li pêş. Fermandar Şiyar dibêje ku hevpeymaniyê soz daye wan, eger Tirkiye êrîşî Minbicê bikin, dê nehêle balafirên Tirkiyeyê têkevin qada hewayî ya Sûriyeyê.

Fermandarê kurd Şiyar dibêje: "Wan herî dawî ji me re got dê nehêlin balafirên Tirkiyeyê bifirin û duh wan balafirên Amerîkayê- belkî bo du saetan yan du saet û nîva- di ser me re gerandin. Wan ji me re got ku ev balafir ên me ne. Yên heval in."

"HEVPEYMANÎ: EGER ÊRÎŞ LI SER MINBICÊ ÇÊBIBE, EM Ê BERSIVÊ BIDIN"

Herwiha Fermandar Şiyar piştrast dike ku ev du hefte ne, Amerîkayê hejmara leşkerên xwe û dewriyeyên xwe zêde kirine û Hevpeymaniyê ji wan re gotiye, "çi êrîş li ser herêmên wan çêbibin, dê bersivê bidin."

Li gorî Şiyarî, piştî operasyona Tirkiyeyê ya li dijî Efrînê, Amerîkayê hejmara leşker û dewriyeyên xwe li Minbicê zêde kirine ku her du-sê saetan dewriyeyek diçe û tê û talîmat ji wan re hatine ku bersiva aliyê din(yê Tirkiyeyê) jî bidin. Eger gavekê ber bi me ve werin, mafê me heye wek çawa em bersiva DAIŞê didin, bersiva wan bidin."

"AMERÎKA BAREGEHEKE LEŞKERÎ YA SABIT LI MINBICÊ AVA KIRIYE"

Mûsa behsa baregeheke leşkerî ya amerîkî ya sabit dike ku nû hatiye avakirin û alaya Amerîkayê li ser li ba dibe ku ev yekem baregeheke amerîkî ya sabit e.

"LI GEL GOTINÊN TRUMPÎ JÎ, FERMANDARÊN AMERÎKAYÊ DIBÊJIN DÊ PIŞTGIRIYÊ BIDIN"

Fermandarê Giştî yê Meclisa Leşkerî ya Minbicê Ebû Adil diyar dike ku "li gel daxuyaniyên Serokê Amerîkayê Donald Tump ku dê ji Sûriyeyê vekişe jî, fermandarên amerîkî yên li ser erdê, dilê hevlabendên xwe yên Meclisa Leşkerî ya Minbicê dixin cî û ji wan dixwazin ku guh nedin gotegotan, ji ber Amerîka dê piştgiriyê bide wan."

Ebû adil dibêje: "Amerîkî li hemû enî û dewriyeyan li gel me ne û di rûniştina me ya dawî de, me li hev kir ku ew jî dê li gel me Minbicê biparêzin.

"AMERÎKA HÎN JÎ TIRAN DERBASÎ SÛRIYEYÊ DIKE"

Ji aliyê din ve, Mûsa diyar dike ku li gel vê rewşa aloz jî, Amerîka hîn jî kamyon û tiran derbasî Sûriyeyê dike û eşkere û bi mişeyî dewriyeyên xwe digerîne ku li nêzîkî Minbicê jî wê dike.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin